ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.12.2018
10 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Bi boneya Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan û bi dirûşma "Ji dagirkeriya Tirkiyê û binpêkirinên wê yên li Efrînê re na" Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê "Yekîtî" çalakiyek protestoyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00. Bi heman armancê Rêxistina Mafê Mirovan û hiqûqnasên Efrînê têkildarî binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî Efrînê daxuyaniyê li ber navenda Edaletê ya gundê Til Sosîn ê Şehbayê didin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya bêdengiya navdewletî ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên der heqê gelê Efrînê de gelek pirs xwe didin pêş. Gelo çima madeyên Peymana Mafên Mirovan hatine dayîn? Gelo tenê ev peyman têne axaftin li ser kaxezê ne yan jî di dema pêwîst de û li gorî berjewendiyên navdewletî têne pêkanîn?! Gelo çima gelê Kurd ji hemû hevpeymanên navdewletî bê par e? (BI WÊNE).

- Endama Komîteya Amadekar a Komcivîna Navdewletî ya girêdayî 'Qirkirina nijadî û guhertina demografîk a Efrînê' Leyla Siwar destnîşan kir ku komcivînê erka teşhîrkirina zêdegaviyên Tirkiyê girt ser milê beşdaran û ji bo şikandina bêdengiya navdewletî ya li hemberî van binpêkirinan plansazî danî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hin kesên ku demên berê di girtîgehên herî xeternak ên dewleta Tirkiyê de mane binpêkirinên ku di girtîgehan de têne kirin parve kirin û diyar kirin ku bi hezaran kes bi tewanên ne di cih de hatine girtin bêyî ku rêxistinên mirovî hesab ji wan bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji kesayetên xêrxwaz  ênTirbespiyê Şêx Nadir Abdullah El-Nezal e. El-Nezal  di civaka navçeyê de navdar e, ku bi hezkirina xêrê û çareserkirina nakokiyên di navbera welatiyan û belavkirina hezkirinê tê naskirin. Çeteyên DAIŞ‘ê bi tewana ku tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derdixîne ew girtibûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Nivîskar û rojnamevanê Misirê Seyid Ebdulfetah diyar kir ku pêwîste komîteyek an jî komeke ji hiqûqnasên navdewletî were avakirin da ku ji sîstema Tirkiyê ya ku Erdogan serkêşiya wê dike lêpirsînê veke û got: "Erdogan sûcdarê şer, pêwîste were darizandin, ji ber ku xwest gelê Kurd li Efrînê tine bike, bi fermanên wê sivîl hatin kuştin û ti hincet ji binpêkirinên wî yên li Efrînê nînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Kobanê der barê binpkirinên mafê jinan semînerekê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber kiryarên komên çete neçar ma ku ji warê xwe derkeve, li koçberiyê ji şert û mercên zehmet re teslîm nebû û şêraniyan difroşin da ku malbata xwe xwedî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çalakiya gireva birçîbûnê ya ku Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven daye destpêkirin didome. Bi heman armancê çalakî li Kobanê tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunerê hewl dide ku rihê çand û hunerê di nifşên nû de vejîne, di vê çarçoveyê de di rojên betlaneyê de perwerdeyên hunerê di her aliyan de organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk bi dirûşmeya "Jina ciwan nûjenbûn û vejandin e û bi têkoşîna xwe dê çandan zindî bike" komxebata çandî ya jinên ciwan li xwaringeha Nuxbe ya bajarê Hesekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Di demên dawî de li bajarê Reqayê û gundewarên wê nexweşiya thalassemiayê belav bûye. Ji aliyê xwe ve navenda xwînê ya girêdayî komîteya tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd hewl dide bê pere nexweşan derman bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Tebqayê piştî ku qonaxa yekemîn a sererastkirina xetên avê û yên kanalîzasyonê bi dawî kir ku 5 hezar û 200 mîter serersat kir, pêngava duyemîn da destpêkirin. Pêngav dê 3 mehan berdewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA