Sûriyê: Sîstema parastinê mûşêkên li dijî başûr xistin xwarê

Medyaya Sûriyeyê ragihand ku sîstema parastina esmanî ya artêşa Sûriyê vê êvarê hedefên li derdora balafirxaneya Dîmeşq a navdewletî ya li başûrê Şamê xistin

Sûriyê: Sîstema parastinê mûşêkên li dijî başûr xistin xwarê
9 kanûn, 2018   20:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya ser bi rêjîma Sûriyeyê ve diyar kir ku sîstema parastina esmanî ya artêşa Sûriyê îro (Yekşemê) 9‘ê Kanûnê li "Hedefên dijber" li derdora balafirxaneya Dîmeşq a navdewletî ya başûrê Şamê xistin.

Li gorî nûçeya Sputnîkê ku agahiyên xwe spartibû rayederekî leşkerî yê Sûriyê diyar kir ku balafirên Îsraîlê xaka başûrê Lubnanê derbas kir û hewl da bi çend moşêkan derdora balafirxaneya Dîmqeş a Navdewletî bike hedef û diyar kir ku li hemû hedefan hatin xistin.