Li Ramellayê 9 îsraîlî birîndar bûn

Li nêzî Ramellaya Filistînê ji ber gulebarana ji aliyê welatiyên Filistînê ve 9 îsraîlî birîndar bûn.

Li Ramellayê 9 îsraîlî birîndar bûn
9 kanûn, 2018   21:31

XEZA

Çavkaniyekî Filistînê ragihand ku li nêzî bajarê Ramellayê hin welatiyên Filistînê di wesayîtekê de gule avêtin komeke îsraîliyan, di encamê de 9 îsraîlî birîndar bûn, di nav de rewşa dudyan giran e.

Çakaniyan destnîşan kir ku kesên di wesayîtê de piştî gule avêtin vekişyan.

Her wiha destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê cihê bûyerên girtin û lêgerîn da destpêkirin.