‘Berpirsyariya mezin a şoreşê dikeve ser milê rewşenbîran‘

Endama rêveber a Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava Sarya Mihemed di civînekê de got divê rewşenbîr berpirsyariya şoreşê hilgirin ser milên xwe û wê di rûpelên dîrokê de belge bikin da ku ji nifşên pêşerojê re bibin lêveger.

‘Berpirsyariya mezin a şoreşê dikeve ser milê rewşenbîran‘
‘Berpirsyariya mezin a şoreşê dikeve ser milê rewşenbîran‘
9 kanûn, 2018   15:27

GIRÊ SPÎ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi tevlêbûna bi dehan rewşenbîrên Girê Spî civînek li dar xist. Her wiha di civînê de endama Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava Sarya Mihemed amade bû.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar ket.

Di axaftina destpêkê ya civînê de Sarya Mihemed bi awayekî berfireh geşedanên siyasî û leşkerî yên dawî li ser her du qadên Sûriyê û herêmî şîrove kir. 

Di axaftina xwe de Sarya teqez kir ku mudexeleyên derve di herêmê de, herêm veguherandin navenda terorê û wêrankirinê.

Di berdewama axaftina xwe de Sarya bal kişand ser şerê taybet û êrîşên li dijî çanda Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku dewletên rojavayî şerê taybet bi hemû şêwazan li dijî gelên Rojhilata Navîn dimeşînin û bi taybet li ser ciwanan. Ev jî di pişaftina kevneşopiya bav û kalan de diyar dibe.

Her wiha Sarya êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bi bîrxist û destnîşan kir ku Efrîna mînaka herî ber bi çav e ku hovîtiya dewleta Tirk eşkere dike.

Sarya rewşenbîran muxeteb girt û got: "Berpirsyariya şoreşê dikeve ser milê rewşenbîran. Divê bi pênûsên xwe bûyerên şoreşê bikin helbest, roman û stran da ku ji nifşa din re mîras bimîne.

Piştî bidawîbûna axaftina Sarya Mihemed, beşdaran gelek mijar nîqaş kirin. Her wiha beşdaran bi awayekî demkî heta ku yekîtiyek taybet bo xwe ava bikin, Komîteya Rewşenbîran ji 7 endaman (3 jin û 4 zilam) hilbijartin.

(şx)

ANHA