'Jinên li Rojava kevneşopiyên paşverû derbas kirin'

Rêzeçalakiyên Buroya Desteka Dirûnî ya Heyva Sor a Kurdî ku bi wesîleya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li ser jinan dabû destpêkirin îro bi dawî bûn.

'Jinên li Rojava kevneşopiyên paşverû derbas kirin'
'Jinên li Rojava kevneşopiyên paşverû derbas kirin'
'Jinên li Rojava kevneşopiyên paşverû derbas kirin'
9 kanûn, 2018   15:57

QAMIŞLO

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Şideta li ser jinan Buroya Desteka Dirûnî ya Heyva Sor a Kurd bi dirûşmeya 'Ji ber ku tu welatî' di 25'ê Mijdarê de çalakî dabû destpêkirin. Çalakî 15 rojan dewam kir û li gorî 3 pêngavan hatibû lidarxistin. Çalakî li gelek deverên herêma Cizîrê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de civîn û semîner hatin lidarxistin.

Çalakî îro li Parka Giştî ya bajarê Qamişlo bi xêzkirina destên xwe li ser cawek spî wek nîşaneya rawestandina tundiyê li dijî jinê bi dawî bû. 

Nûnerên Desteya Jin, Desteya Darayî, Desteya Turîzim û Şûnwar û hemû endamên saziyên jin ên bajarê Qamişlo tev li çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama Komîteya Buroya Desteka Dirûnî ya Heyva Sor a Kurd Ceylan Ibrahîm axivî û diyar kir ku, Neteweyên Yekbûyî banga bi dawîkirina tundiya li dijî jinan dike, her sal cîhan Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinan pîroz dike û banga bidawîkirina tundiya li dijî jinan dike.

Di berdewam axaftina xwe de Ceylan tundî û cureyên wê pênase kir û destnîşan kir ku şîdeta li dijî jinan hîna berdewam e, jin têne tecawîzkirin, destavêtin, zewaca bi darê zorê, zewaca di temenê biçûk de, her wiha tindiya fîzîkî û dirûnî li dijî wan têne ferzkirin.

Ji aliyê xwe ve endama Heyva Sor a Kurd Canda Xelîfe axivî û destnîşan kir ku jin di bin banê kevneşopiyên paşverû yên civakê de girtî maye û anî ziman ku jin li Rojava pêngavên kevneşopiya paşverû yên civakê derbas kirine û îro bi azadî di hemû waran de dixebite. Her wiha pêwîstiya wekheviya di navbera jin û mêr de li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir.

Piştre jinên beşdar destên xwe bi boyax li cawek spî dan, wek nîşaneya rawestandina tundiyê li dijî jinan.

(şx)

ANHA