Ciwanên Helebê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek meşaleyî li dar xist.

14 mijdar, 2025   22:02
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Helebê meşek meşaleyî organîze kir.

Di meşê de alên tevgerê, wêneyên Rêber Apo û meşale hatin hildan. Girse li pêş hola Civînan a 8ˊê Adarê ya Şêxemqsûdê kom bûn.

Girseyê ber bi Çerxerêya Zeytûnê ya taxa Eşrefiyê ve meşiyan û diruşmên bijî berxwedana Îmraliyê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiri.

Piştî meş li Çerxerêya Zeytûnê rawestiya, li wir endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Reşîd û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Dicle Şêxo ve axaftin hatin kirin.

Mihemed Reşîd destnîşan kir ku bi dehê salane Rêber Ebdullah Ocalan li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker tê dikoşe û got tevî mafê Rêber Apo ya hêviyê lê hîna dewleta Tirk a dagirker di girtîgehê de ragirtiye.

Mihemed anî ziman ku divê ew li gorî perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên vê qonaxa ku bi navê "Aştî û Civaka Demokratîk" de avêtiye, bimeşin.

Dicle Şêxo jî diyar kir ku ew wek ciwan ji bo nirxên ku pê bawer in û derbirîna helwestên xwe li hember doza adilane dengê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind dikin.

Dicle Şêxo bal kişand ku fikirên Rêber Apo ji bo ciwanên lêgervanên azadî û demokrasiyê û modela pêxşistina rola jinan û ciwanan di civakê de jêdera îlhamê ne.

Di dawiya axaftina xwe de Dcile li ser navê ciwanên şoreşger soza berdewamkirina têkoşîna demokratîk û pabendbûna bi vebijêrka berxwedana aştiyan, dubare kir.

Meş bi diruşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA