Li Şehbayê mayîn teqiya: Du zarok bûne qurbanî

Li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê mayineke çeteyên DAIŞ`ê teqiya. Zarokekî Efrînî jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû.

Li Şehbayê mayîn teqiya: Du zarok bûne qurbanî
9 kanûn, 2018   14:08

ŞEHBA

Îro li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê mayineke çeteyên DAIŞ`ê bi zarokê bi navên Rodî Reşîd (13) ê ji gundê Senarê yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê û Îbiş Elî (16) dema ku li pêşiya male dilîstin teqiya.

Nûçegihanê ajansa me ji herêmê diyar kir ku her du zarok rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê. Her wiha diyar kir ku Rodî Reşîd jiyana xwe ji dest da û Îbiş Elî bi giranî birîndar bû.

Kadroyên tenduristiyê yên Ii herêmê diyar kirin ku rewşa Îbiş Elî giran e, ji ber ku ji gelek cihan ji laşê xwe birîndar bûye.

(bx)

ANHA