Li Girkê Legê 125 kes ketin greva birçîbûnê

Li navçeya Girkê Legê 125 kes ji bo tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşer Leyla Guven, ketin greva birçîbûnê.

Li Girkê Legê 125 kes ketin greva birçîbûnê
Li Girkê Legê 125 kes ketin greva birçîbûnê
Li Girkê Legê 125 kes ketin greva birçîbûnê
9 kanûn, 2018   13:54

QAMIŞLO

Îro Kongreya Star û PYD`ê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a bajarê Culemêrgê ya bakurê Kurdistanê Leyla Guven ku di zindana Amedê de ji 7'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye, li navenda HPC`ê li navçeya Girkê Legê konê çalakiya greva birçîbûnê veda.

Di çalakiyê de 125 kesên ji Girkê Legê û gundên wê tev lê dibin. Kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ`ê, Kongreya Star û PYD`ê hate xemilandin. Tê payîn ku çalakiya birçîbûnê 2 rojan dewam bike.

Di çalakiyê de endama rêveberiya Kongreya Star Şaha Xelîl diyar kir ku armanca wan a çalakiyê, şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven e. Şaha ji rêxistinên mafên mirovan xwest destwerdanê bikin û komployên li dijî gelê Kurd û Abdullah Ocalan bidin sekinandin.

(jo)

ANHA