‘Em ê ji berxwedanê jiyanê ava bikin û zindana Îmraliyê hilweşînin’

Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo piştgiriya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê organîze kir.

‘Em ê ji berxwedanê jiyanê ava bikin û zindana Îmraliyê hilweşînin’
9 kanûn, 2018   14:04

HELEB

Bi dirûşmeya "Em ê ji berxwedanê jiyanê ava bikin û zindana Îmraliyê hilweşînin" 30 jinên ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb û Tirkmen li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, ji bo piştgiriya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, ketin greva birçîbûnê.

Çalakiya grevê bi daxuyaniyê ji aliyê Kongreya Star li pêşiya saziya Weqfa Jinan a Perwerdeyê dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Kongreya Star a taxê Fatima Hesen ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Kongreya Star û hemû jinan, tecrîda girankirî ku Tirkiye li ser rêber Apo daye meşandin, bi tundî şermezar dikin. Komploya li ser rêber Apo komploya li ser mirovahiyê ye, tecrîda giran li ser rêber Apo tecrîda li ser hemû gelan e û azadiya rêber APO azadiya mirovahiyê ye, rastiya berxwedanê hemû komplo vala derxistin.

Em wek Kongreya Star bi roj û şev hewl didin ramanên Ocalan bidin jiyandin, ji ber ku ramanên Ocalan civak di rêya rast ve bir û hin nirxên ku sîstemên desthilatdar perçiqandibûn, vegerandin. Şoreşa Rojava bi gihandina roja xwe ya îro gelek pêşketin û destkeftî bi saya ked û karê rêber Apo bi dest xistin.

Em ê îro dest bi çalakiya birçîbûnê heta 3 rojan bikin ku tecrîda girankirî li ser rêber Apo bi tundî şermezar bikin û piştgiriya berxwedana têkoşer Leyla Guven bikin, ji ber ku daxwaza wê daxwaza me ye.

Di her merheleyekê de jin dibe pişbêrk di pêşketina demokrasî û azadiya gelan de, em ê ji berxwedanê jiyanê çêkin û zindana Îmraliyê hilweşînin. Em ê rêber Apo û gelê Kurd û hemû gelên bindest azad bikin.

Bijî berxwedana Leyla Guven, azadî ji bo rêber Apo û hemû girtiyên siyasî re."

(jo)

ANHA