‘Ji bo avakirina weletekî azad û demokratîk şehîd canê xwe feda dikin’

Şêniyên bajarê Qamişlo di bin konê sersaxiyê yê şehîd Ebû Seyah de tekez kir ku şehîd ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê di bin banê wê de bijîn, canê xwe feda dikin.

‘Ji bo avakirina weletekî azad û demokratîk şehîd canê xwe feda dikin’
‘Ji bo avakirina weletekî azad û demokratîk şehîd canê xwe feda dikin’
‘Ji bo avakirina weletekî azad û demokratîk şehîd canê xwe feda dikin’
‘Ji bo avakirina weletekî azad û demokratîk şehîd canê xwe feda dikin’
‘Ji bo avakirina weletekî azad û demokratîk şehîd canê xwe feda dikin’
‘Ji bo avakirina weletekî azad û demokratîk şehîd canê xwe feda dikin’
9 kanûn, 2018   13:39

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe da konê sersaxiyê yê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Ebîd (Ebû Seyah) ku di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû û sersaxî ji malbata wî re xwest. Konê sersaxiyê li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hate vedan.

Şervanên YPJ/YPG`ê, endamên meclisên bajêr, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên PYD`ê tev li merasîma sersaxiyê bûn. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPJ/YPG`ê hate xemilandin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Elî Emer, bi navê PYD`ê ya bajarê Qamişlo Haşim Hiso, bi navê YPG`ê Gabar axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin. Axaftvanan teqez kir ku şehîd ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê di bin banê wê de bijîn, canê xwe feda dikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku gelek dewletên cîhanî û erebî hewl didin projeya neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin lê bi saya berxwedan û têkoşîna şervanên QSD û YPJ/YPG`ê hemû hewldanên wan têk diçin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bx)

ANHA