MSD: Diyalog rêya me ya sereke ji bo çareserkirina doza Sûriyê ye

Meclisa Sûriya Demokratîk destnîşan kir ku şerê wan di rizgarkirin û avakirinê de berdewam e û diyar kir ku ew diyalogê wek rêbaz û rêya sereke ji bo çareserkirina hemû dozên Sûriyê dibînin. Her wiha got pêwîst e MSD di çalakiya siyasî de aliyek be û dê xebatên xwe ji bo rizgarkirina Efrînê berdewam bikin û ji bo avakirina projeya neteweya demokratîk û pêkanîna biratiya gelan asta xebatên xwe bilindtir bikin.

MSD: Diyalog rêya me ya sereke ji bo çareserkirina doza Sûriyê ye
9 kanûn, 2018   11:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya derbasbûna 3 salan di ser damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re, meclisê îro ji raya giştî re daxuyaniyek da. MSD'ê di daxuyaniya xwe de got ew têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirin û avakirinê û xebatên ji bo rizgarkirina Efrînê berdewam dikin. Her wiha dê asta têkoşîna xwe ji bo pêkanîna neteweya demokratîk û pêkanîna biratiya gelan bilindtir bikin.

Daxuyaniya MSD'ê wiha ye:

"Li ser dilsoziya bi xwîna şehîdan re ku di şerê parastina azadiya gel û axa Sûriyê de canê xwe feda kirine û bi boneya sêyemîn salvegera damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk wek yekemîn projeyeke niştîmanî û demokratîk, em dixwazin wek endamên MSD'ê piştrast bikin ku şerê me yê rizgarkirin û avakirinê berdewam e û em ji bo parastina hevgirtina Sûriyê xebatên xwe di asteke bilindtir de didin meşandin. Nemaze bi rêya hevkariya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de û hevgirtina helwestan de û piştrastkirina mafên welatiyan di wekhevî û edaleta civakî de. Welatê ku tê de jin karibin beşdarî xebatên siyasî û rêveberî bibin û wekheviya hemûyan pêk were.

Bi saya siyasetên MSD'ê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya berxwedana xwe de rûpîvaneke berfireh ji axa Sûriyê ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar kir û hê jî berxwedana xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê li bajaroka Hecîn didomîne. Li rex şerê rizgarkirinê meclisên sivîl û xizmetguzariyê hatin avakirin da ku ewlehî û aramî li van herêmên rizgarkirî were çespandin. Herî dawî damezirandina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî sîstema nenavendî ya demokratîk bû ku em ji bo paşeroja Sûriyê dixwazin. MSD'ê ji bo pêkanîna hevgirtina opozîsyoneke demokratîk û laîk însiyatîfên xwe pêşkêş dike û hevdîtinên Sûrî-Sûrî ku di aliyê siyasî û civakî de li bajarê Eyn Îsa li dar xistin. Em hewl didin van hevdîtinên xwe berdewam bikin da ku kongreya niştîmanî ya giştî Sûriyê were lidarxistin. MSD'ê li ser rêya xwe ya aştî û avakirinê rêbaza diyalogê ji bo çareserkirina hemû dozên Sûriyê ji xwe re esas digire. Li ser vê baweriyê MSD'ê danûstandina bi hikumeta Şamê re dest pê kir, ji ber ku MSD'ê piştrast dibîne ku çareserî dê di nava aliyên Sûriyê bi xwe de pêk were. Şam paytext e û divê demokratîk be û tê de jiyaneke rasteqîn ji bo hemû welatiyên Sûriyê were avakirin. Her wiha divê hevkariya hemûyan di jiyana siyasî de pêk were û desthilatdarî bi rêya veguhastineke aştiyane û çalakiyeke siyasî bi çavdêriya civaka navneteweyî were tunekirin.

Heta niha û di van 3 salên borî de MSD'ê karibû bi roleke girîng li ser qada siyasî rabe, nemaze bi rêya projeyên ku pêşkêş kirine û li herêmên rizgarkirî pêk anîne ku li van herêman desthilatdarî hatiye tunekirin. Êdî pêwîst e bibe aliyekî sereke ji çalakiya siyasî.

Bi vê boneyê em damezirandina MSD'ê careke din li hemû welatiyên Sûriyê, partî, sazî û aliyên serbixwe yên di bin sîwana MSD'ê de pîroz dikin. Em serkeftinê ji hemûyan re dixwazin ku dawî li şer bînin. Em rehmetê ji şehîdan re dixwazin û aştî û aramiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Em piştgiriya şervanên xwe li eniyên şer dikin û em ê bi hev re ber bi rizgarkirina Efrînê ve biçin ku bûye qurbanê komployeke ku nayê jibîrkirin. Em xebatên xwe ji bo avakirina neteweya demokratîk û pêkanîna biratiya gelan di asta herî jor de bidomînin."