Hevbendiya El-Bîna El-Iraqî îro wezaretên hikumeta temam dike

Parlamenterê Hevbendiya El-Bîna El-Iraqî, mezintirîn biloka di parlemanê de ragihand ku hevbendiya wan di rûniştina îro de dê wezaretên hikumeta Adil Ebid El-Muhdî temam bike.

Hevbendiya El-Bîna El-Iraqî îro wezaretên hikumeta temam dike
9 kanûn, 2018   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerê Hevbendiya El-Bîna El-Iraqî Ehmed El-Kînanî îro ragihand ku hevbendiya wan dê di rûniştina îro de bi amadebûna bêtirî 180 parlamenteran kabîneya wezaretan a Adil Ebid El-Muhdî temam bike.

Ehmed El-Kînanî ji Someriyê News re axivî û wiha got: "Ebid El-Muhdî dê beşdarî rûniştinê bibe û dê bi xwe re namzetên kabîneya wezaretên mane bîne da ku temam bike. Em bi israr in ku senaryoya rûniştinên berê pêk neyên."

El-Kînanî piştrast kir ku divê bingehên demokrasiyê pêk werin û bêguman ew nûnertiya desthilatdariya zagonsaz dikin û wiha domand: "Hevbendiya El-Bîna xwe ji vê rûniştinê re amade kiriye, ji ber ku di rûniştina berê de gelek parlamenter ne amade bûn."

Bilokên di bin sîwana Hevbendiya Çaksazî û Avakirinê de roja sêşema borî beşdarî rûniştina parlemanê nebûn. Tê payîn ku parleman îro rûniştina xwe ya asayî bi serokatiya Mihemed El-Helbûsî li dar bixe.