Di wêneyên zarokên Efrînê de daxwaza azadiya Ocalan û ya Efrînê

Zarokên kantona Efrînê yên li kantona Şehba bi rêya tabloyên xwe di pêşangehê de, hezkirina xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vedibêjin.

9 kanûn, 2018   12:10

ŞEHBA

Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê piştî mehekê ji amadekariyan, îro li hola Kampa Serdem li kantona Şehbayê pêşangeha "Zarokên Efrînê" bi dirûşmeya “Bi azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dê Efrîn rizgar bibe” vekir.

Tevgera Kevana  Zêrîn a Çand û Hunerê di pêşangehê de zêdetirî 500 wêneyên zarokên Efrînê ji hemû gund û navçeyên kantona Şehbayê, her wiha yên zarokên kampên Berxwedan û Serdem û zarokên gundên navçeya Şêrewa nîşan dan. Hola pêşangehê bi pankartan hatibû xemilandin. Pêşangehê bi pêşandana sînevîzyona ku ji aliyê endamên Kevana  Zêrîn ve hatibû amadekirin, dest pê kir.

Di tabloyên zarokan de detayên cuda hebû; wekî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê teyrekî ku ji qefesê difire. Zarokê ku wêne çêkiribû destnîşan kir ku bi rêya wêneyên xwe hêvî dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zindana Îmraliyê derkeve.

Tiştê balkêş di pêşangehê de, gelek zarokan wêneyeke rojeke ronî çêkirine, ev yek jî tê wateya ku Ocalan roja azadiya hemû gelan e. Her wiha gelek tabloyên din ku wêneyên darên zeytûnê, mal û nîşane û navên kantona Efrînê bi zimanê kurdî û erebî li ser heye.

Tê payîn ku pêşangeh heta seatên derengiya şevê dewam bike.

(jo)

ANHA