Li Fransayê hezar û 726 xwepêşander hatin ragirtin

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Christophe Castaner ragihand ku hejmara xwepêşanderên Êlekzer ên duh hatine ragirtin, hezar û 726 e û ji wan hezar û 220 di girtina îdarî de ne.

Li Fransayê hezar û 726 xwepêşander hatin ragirtin
9 kanûn, 2018   11:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Christophe Castaner diyar kir ku piraniya kesên girtî ji aliyê hêzên asayîşê ve li Parîsê hatine ragirtin û hejmara kesên hatine girtin hezar û 150 ye û 619 kes jî hatine ragirtin.

Rayedarên Fransayê ragihand ku di xwepêşandanên duh de 118 xwepêşander û 17 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne. Koma Êlekzeran li dijî siyasetên bacê xwepêşandanên xwe didomînin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di şîroveyeke xwe de pesna hêzên asayîşa Fransayê da û li ser rûpela xwe ya Twitterê wiha got: "Ez spasiya hemû hêzên ewlehiyê dikim, ji ber ku bi lehengî û pisporî tev geriyan."

Ev çend hefte ne tevgera "Êlekzeran" li dijî zêdekirina bacan û bilindbûna buhayê sotemeniyê li Fransayê xwepêşandanan li dar dixe. Di encama van xwepêşandanan de 4 kes hatin kuştin û bi sedan jî hatin girtin.