Di dîroka Siûdiyê de cara pêşîn jin di Wezareta Dadê de dixebitin

Cara yekemîn di dîroka Erebistana Siûdî de jin wek karmend di Wezareta Dadê ya Siûdiyê de kar dikin.

Di dîroka Siûdiyê de cara pêşîn jin di Wezareta Dadê de dixebitin
9 kanûn, 2018   11:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ekaz a Siûdiyê ragihand ku piştî hate eşkerekirin ku jin jî dikarin di Wezaretan Dadê ya  Erebistana Siûdî de kar bikin, karmendên jin di 5 beşan de dest bi kar kir.

Jinan beriya demekê bernameya amadekirinê ku rêveberiya jinan amade kiribû, bi dawî kir ku pêşxistina wezaretê di gelek aliyan de pêk bînin. Li gorî rojnameya Ekaz, karmendên jin di dadgeh, nivîsên dadgehê, pêşwazîkirin û rêveberî, rêveberiya bangewaziyê, komîteyên lihevanînê û rêberiya malbatan û gelek cihên din de dê cih bigirin.

(jo)