Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Ednan re xwest

Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Ednan Nebo (Ednan Kobanê) re xwest.

Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Ednan re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Ednan re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Ednan re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Ednan re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Ednan re xwest
Gelê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Ednan re xwest
9 kanûn, 2018   11:43

KOBANÊ

Bi dehan welatiyên bajarê Kobanê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Ednan Nebo (Ednan Kobanê) yê ku dema erka xwe ya leşkerî pêk tanî şehîd bû û sersaxî ji malbata wî re, xwestin. Konê sersaxiyê li taxa şehîd Xebatkar hatiye vedan.

Di merasîma sersaxiyê de bi dehan şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl, şervanên YPG` û YPJ`ê, endamên rêveberiyên saziyan û endamên TEV-DEM`ê amade bûn.

Di merasîmê de li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Hoşan axivî, sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û wiha got: "Partiya Yekitiya Demokratîk bi şehîdan dest pê kir, dê bi şehîdan jî bi ser bikeve. Heval Ednan ji malbateke welatparêz bû û tu car gavek paşde neavêt."

Paşê birayê şehîd Ednan, Mehmud Nebo axivî û wiha got: "Heval Ednan hevalekî şoreşger bû, her tim digot gerek em xwedî li serokê xwe derkevin, Ednan beşdarî şerê Kobanê bû û her tim alîkariya hevalên xwe dikir û Ednan şehîdê gel hemû ye."

Sersaxî heta saetên êvarê didome.

(hk)

ANHA