Zarokê Efrînê bi helbestên xwe çîroka Efrînê vedibêje

Zarokê ji Erînê Xelîl Hesen bi helbestên xwe pesna çiyayên Efrînê û bedewiya xwezaya wê dide. Çiya û xwezaya ku bûye jêdara helbestên gelek helbestvan û hunermendên Efrînê.

Zarokê Efrînê bi helbestên xwe çîroka Efrînê vedibêje
Zarokê Efrînê bi helbestên xwe çîroka Efrînê vedibêje
Zarokê Efrînê bi helbestên xwe çîroka Efrînê vedibêje
9 kanûn, 2018   08:37

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Xelîl Hisên 14 salî ye û ji zarokên gundê Remadana yê girêdayî navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye. Xelîl tevî malbata xwe niha li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dimîne.

Piştî şoreşa Rojava, di sala 2012'an de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (wê demê Saziya Zimanê kurdî) dewreyên zimanê kurdî vekirin û bi sedan şênî tev li dewreyan bûn.

Xelîl mîna hemû şêniyên Efrînê ji destpêkê ve li gundê xwe tev li dewreyan dibe û xwendin û nivîsandina zimanê kurdî fêr dibe. Girêdayî wê demê Xelîl wiha dibêje: "Ji destpêkê ve ez tev li dewreyên zimanê kurdî bûm û ez fêrî zimanê dayika xwe bûm. Ji ber ku şoreşa Rojava ji bo me derfetek bû ku careke din di dîrokê de dubare nabe. Li ser wê ez fêr bûm û min dest bi nivîsandina helbestan kir."

Dayîka Xelîl pirî caran helbestên kurdî jê re digotin, ji ber wê ji helbestên kurdî gelekî hez dikir. Her wiha Xelîl bi rêya televîzyonê guhdarî helbestên kurdî dikir, ji ber wê her ku diçe hewesa wî ji bo nivîsandinê zêde dibe. Cara yekê di deh saliya xwe de dest bi nivîsê dike. Xelîl nivîsandina helbestan berdewam dike û heta niha 20 helbest hûnandine.

Helbestên Xelîl girêdayî destanên şehîdan, welat, bedewiya xwezaya Efrînê û çiyayên wê yên kesk, darên zeytûnê û merxan in.

Dema ku zimanê kurdî li Efrînê bi pêş diket, hemû qadên Efrînê bi pêş diketin. Gel bi hev re di nav demokrasî, jiyana hevpar û biratiya gelan de bûn. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrîn kir û dibistanên wê kirin hedef. Ji ber wê dibistan hatin girtin. Ji ber zêdebûna asta êrîşan û pêkhatina komkujiyan şêniyên Efrînê neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe da kantona Şehbayê û dest bi pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê kir.

Di vê rewşê de jî Xelîl dest ji nivîsandinê berneda. Lê belê pirtûkek biçûk ku ji 130 rûpelan pêk tê bi navê 'Naskirina Bûyer û Deverên Naskirî' divîse. Naveroka pirtûkê girêdayî Efrînê di dema rêjîma Baas de, 6 salên demokrasiyê û jiyana hevpar di dema Rêveberiya Xweser de û dema dagirkirina Tirkiyeyê ji Efrînê re ye. Xelîl di dirêjahiya 3 mehan de ev pirtûk amade kiriye û ji bo çapkirinê ew şandiye herêma Cizîrê.

Xelîl ji dema derketina ji Efrînê û heta niha 6 helbestên ku tê de tevî şerên ku çiyayên Efrînê bûne şahidê berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê, êş û azarên ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de kişandine, rave dike.

Niha Xelîl xwendina xwe bi zimanê dayikê di refa 8'an de li dibistana navçeya Ehdas a navîn didomîne.

(şx)

ANHA