Nivîskar Fewaz Osman du pirtûkên xwe îmze kirin

Nivîskar Fewaz Osman bi ahengekî du pirtûkên xwe yên bi zimanên erebî îmze kirin.

1 tebax, 2026   22:39
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê ahenga îmzekirina pirtûkên "Ela Dîfaf El Meheba" û "El Meraa El Kurdiya (Tarîx û Hadir)" ên nivîskar Fewaz Osman organîze kir.

Hejmarek nivîskar, rewşenbîr û malbata Fewaz Osman beşdarî ahengê bûn.

Endama HRRK‘ê Şepal Seîd rêwîtiya wêjeyî ya nivîskar Fewaz Osman û berhemên wî yên wêjeyî vegot.

Fewaz Osman jî pirtûka xwe ya "El Meraa El Kurdiya (Tarîx û Hadir) "Jina Kurd (Dîrok û îroyîn)" da nasîn û got, "Pirtûk behsa rola jinan û berxwedana wan di dirêjahiya dîrokê de dike. Bo nimune têkoşer Leyla Zana, Leyla Qasim, Arîn Mîrkan, Hevrîn Xelef dike. Her wiha destkeftiyên ku jinan bi dest xistine û rola wan di avakirina civakê de û pêşengiya wan ji şoreşan re, dîsa êş û zehmetiyên koçberiyê vedibêje."

Têkildarî pirtûka Ela Dîfaf El Meheba "Li Qiraxên Evîniyê" behsa jiyana xwe ya di nava 26 salan dike.

Nivîskar Fewaz Osman di dawiya ahengê de pirtûk îmze kirin û diyar beşdaran kirin.

(bb)

ANHA