Fîlmê "Cîran" li Mîsyafê hat pêşandan

Di çalakiyên "Rojên Sînema ya Masyaf" de fîlmê ‘‘Cîran‘‘  yê ku balê dikşîne ser siyasetên rejîma Baasê yên li ser Kurdan, hat pêşandan.

Fîlmê "Cîran" li Mîsyafê hat pêşandan
Fîlmê "Cîran" li Mîsyafê hat pêşandan
Fîlmê "Cîran" li Mîsyafê hat pêşandan
Fîlmê "Cîran" li Mîsyafê hat pêşandan
20 tîrmeh, 2026   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (19 Tîrmeh) li bajarê Misyafê yê Hemayê çalakiyên "Rojên Sînema ya Masyaf" dest pê kirin. Çalakî wê heya 25‘ê Tîrmehê dewam bikin.

Di çalakiyê de fîlmê "Cîran" ê derhênerê Kurd ê cîhanî Mamo Xelîl hat pêşandan.

Piştî pêşandana fîlm, helbestvan Taha Xelîl ku çavdêrê dekorê fîlm e li ser karê xwe, çêkirina fîlm û hûrgiliyên dekorê axivî.

Fîlmê "Cîran" balê dikişîne ser zexet û siyastên rejîma Baasê yên di salên 1980’î de li ser gundekî Kurdan.  

(bb)