Têkoşîna jinekê û aliyekî din ê berxwedana Şêxmeqsûdê

Di dema êrîşên li ser Şêxmeqsûdê de jina bi navê Nisrîn Cafo alîkariya şêniyên taxê kir û piştî pîşeya xwe bi pêş xist pêdiviyên şêniyan pêk anîn.

Têkoşîna jinekê û aliyekî din ê berxwedana Şêxmeqsûdê
Têkoşîna jinekê û aliyekî din ê berxwedana Şêxmeqsûdê
Têkoşîna jinekê û aliyekî din ê berxwedana Şêxmeqsûdê
Têkoşîna jinekê û aliyekî din ê berxwedana Şêxmeqsûdê
Têkoşîna jinekê û aliyekî din ê berxwedana Şêxmeqsûdê
Têkoşîna jinekê û aliyekî din ê berxwedana Şêxmeqsûdê
Têkoşîna jinekê û aliyekî din ê berxwedana Şêxmeqsûdê
Têkoşîna jinekê û aliyekî din ê berxwedana Şêxmeqsûdê
9 kanûn, 2018   07:58

SÎLVAN MISTEFA – ROZANA DAWÛD /HELEB

Nisrîn Cefo dayika 6 zarokan e. Temenê wê 41 sal e, piştî ku xwendin berda, ji dayika xwe fêrî dirûnkariyê bû. Nisrînê rêya xwe tenê berdewam kir û li cilên cuda, dodel û ji tevahî temenan re li sûkan bala wê dikişandin, lê nikarî hin cil bidirûtina û diçû ji sûkê dikirîn û ji nû ve çêdikirin ji bo ku fêr bibe.

Bi domana demê re heweskariya Nisrînê bi pêş ket û ji şêniyên taxê û xizman re tevahî modelên folklorîk û cilên zarokan dirûtin.

Di şerê Şêxmeqsûdê de şêniyan sûd ji pîşeya Nisrînê dît  

Di dema şerê Şêxmeqsûdê de Nisrîn ranawesta, berovajî hîn zêde bû û alîkariya şêniyan kir ku li ser axa xwe bimînin û ji ber şer û ambargoya li ser taxê şêniyan nikarî cil ji zarokên xwe bikirîna, berê xwe dan Nisrînê, ji bo sererastkirin û çêkirina cilan bi buhayekî sembolîk an jî bê pere.

Her wiha dirûtina cilên jinên ku ji bo amadekirina xwarina şervanan di çeperên şer de dixebitin, girt ser xwe û ji wan re didirûtin. Ji ber pisporiya Nisrînê di dirûtina cilên folklorîk de bû sedem ku cilên komên govendê bidirû.

Her wiha Nisrîn destnîşan dike ku piştgiriya dayika wê ji bo dirûtinê hişt ew di vê pîşeyê de bibe pispor.

ANHA