Joseph Dunford: QSD'ê xurttirîn rêxistina terorîst li Rojhilata Navîn têk bir

General û serokê artêşê yê hevbeş Joseph Dunford got QSD ku ji hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tê, hêza tekane ye ku karibû mezintirîn rêxistina terorîst li Rojhilata Navîn anku DAIŞ'ê têk bişikîne û got rêya wan li Sûriyê hê jî dirêj e û ji ber wê nikare dema mayîna hêzên xwe di Sûriyê de diyar bike.

Joseph Dunford: QSD'ê xurttirîn rêxistina terorîst li Rojhilata Navîn têk bir
9 kanûn, 2018   08:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Washington Post hevpeyvînek bi general û serokê artêşê yê hevbeş Joseph Dunford re der barê gelek dozên girîng û cîwazbûna leşkerî ya Amerîka û pêşbirka hişk a di navbera wê û Rûsyayê de pêk anî. Di hevdîtinê de behsa rûdana deryayî ya dawîn di navbera Rûsya û Ukraynayê de û hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Afganistanê û hevkariya wê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re di şerê li dijî DAIŞ'ê li Sûriyê de hate kirin.

Joseph Dunford behsa gefxwarinên sereke yên li hemberî Amerîkayê di dema niha û paşerojê de kir û çawa artêşa Amerîkayê tedbîrên xwe li hemberî van gefan digire.

Girêdayî gefên ji aliyê Rûsyayê ve û bi taybet piştî ku Rûsyayê dest danî ser keştiyên Ûkraynayê li hemberî berava nîvgirava Qirimê, Dunford got tişta ku di deryaya Azov de rû daye, heta asteke bilind wek helwesta Moskov li Gurcistanê, nîvgirava Qirim û Donbas a Ûkraynayê ye. Dunford piştrast kir ku Rûsya bi van helwestên xwe yên "dijminane" cîhanê ber bi şerekî vekirî ve dibe û wiha got: "Tişta ku Rûsî pêk tînin, ezmûneke civaka navneteweyî ya pêkanîna pîvanan e."

Li ser pirsa ku hêzên Amerîkayê heta kengî dê di Afganistanê de bimînin, Dunford wiha got: "Divê Amerîka di Afganistanê de bimîne" û got şer li Afganistanê bi salan li ber xwe da û tevliheviyek li herêmê çêkir û wiha domand: "Ez dixwazim em Afganistanê bernedin, ji ber ku dibe ku bêaramiyê li başûrê Asyayê çêke û derfetê ji komên terorîst re peyda bike ku li vê qadê xwe bi rêxistin bikin û çalakiyên li dijî gelê Amerîkayê plan bikin."

Dunford behsa pêşeroja Sûriyê û hebûna hêzên Amerîkayê tê de kir û xwe spart armanca sereke ya têkşikandina DAIŞ'ê û alîkariya bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di xebatên dîplomasî de da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re were peydakirin û aramî di Sûriyê de ku ji ber şer hatiye perçiqandin pêk were.

Li ser pirsa dema mayîna hêzên Amerîkayê di Sûriyê de Dunford wiha got: "Em li ser nefikirîne. Hevkarên me yên QSD'ê di Sûriyê de destkeftiyeke mezin li dijî DAIŞ'ê pêk anîn û ev yek tiştekî giranbuha ye. Lê der barê peydakirina aramiyê de hê jî rêya li pêşiya me dirêj e û ez ê niha asta karê tê xwestin ji te re diyar bikim."

Dunford wiha domand: "Divê 35 heta 40 hezar leşkerên hêzên herêmî bêne perwerdekirin da ku karibin aramiyê peyda bikin. Heta niha ji sedî 20 ji van hêzan hatine perwerdekirin. Em van hêzan perwerde dikin û hêza wan a şer xurt dikin, tevî ku di şer de leheng in em dixwazin hêza wan baştir be. Eşkere ye ev hêza şerker QSD ji hemû pêkhateyên Sûriyê hatiye avakirin û hêza tekane ye ku karibû rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst li Rojhilata Navîn têk bişikîne."

Ne xuya ye dê hêzên Amerîkayê heta kengî di Sûriyê de bimînin

Girêdayî mijara pêkanîna aramiyê di Sûriyê de Dunford axaftina xwe wiha domand: "Hê jî rêya li pêşiya me dirêj e". Dunford got dê alîkariya xebatên dîplomatîk ên Pompeo yên salên çareserkirina "şerê navxweyî yê Sûriyê bikin" û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ev sedem e û ez nikarim guman bikim ku heta kengî hêzên me dê di Sûriyê de bimînin."

Dunford got rewş li Sûriyê tê guhertin û niha ji 3 salên borî baştir e û hebûna wan niha di Sûriyê de dibe ku dirêj bibe û dibe ku li gorî rewşan were guhertin.

Dunford her wiha behsa hevpeymana çavdêriya çekan bi Rûsyayê re kir û got ku bêguman hevpeymanên rêgirtina li pêşiya biçekkirinê bi Rûsyayê re di dema borî de "hişt ku asteke aramiya stratejîk pêk were".

‘Rûsya hevpeymanan binpê dike’

Dunford da zanîn ku ne guman e hevpeymana "Starta Nû" bi Rûsyayê re were dirêjkirin, eger hevpeymana fûzeyên navîn û kurtavêj ku bi wê re hatiye îmzekirin hilweşe û wiha anî ziman: "Rûsya eşkere hevpeymana fûzeyên navîn û kurtavêj ku di sala 1987'an de hatiye îmzekirin, binpê dike. Amerîka dê xwe ji vê hevpeymanê vekişîne eger Rûsya li gorî vê hevpeymanê tev negere."

General û serokê artêşê yê hevbeş Joseph Dunford got baştir e Rûsya li gorî hevpeymana fûzeyan tev bigere da ku rewşên lêkolînkirina mijarên girêdayî hevpeymanên kontrolkirina biçekkirinê li ser asteke firehtir pêk were.