ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.12.2018
8 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Çalakiya girava birçîbûnê ya şêniyên navçeya Çil axa ya bi armanca piştgiriya Leyla Guven û daxwaza azadiya Ocalan di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG‘ê Taha Keto ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şehîd bibû li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrisê ya Şehbayê vedişêrin, saet 14:00. Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanekî YPG‘ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan vedişêrin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya salvegera sêyemîn a damezirandina MSD‘ê şahiyek li hola Efrînê ya herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê tê lidarxistin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Murşid Raco demekê di nava çeteyên dewleta Tirk a dagirker de dimîne, piştî ku rastiya wan nas dike xwe vedikşîne û tev li nava refên Cebhet El-Ekrad dibe. Murşid behsa hovîtya çeteyan a li dijî gel parve dike û dibêje ku di tevlêbûna wî ya Berxwedana Serdemê de li gel wateya rasteqîn a welatparêziyê nas dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gelek kes bi îdaiyên dagrirekeran hatin xapandin û li warê xwe yê dagirkirî vegeriyan lê piştî ku rastiya îdiayên derew bi çavê xwe dîtin poşman bûne, gelek wan dikarîn xwe ji pençên dagirkeran xilas bikin û hindek din jî man û di nav tirsê de jiyan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Pêngava ewlekariyê ku artêşa Tirk a dagirker daye destpêkirin çi ye? Di asta yekemîn de kî jê sûd werdigire? Gelo ev tevger dilsoziyeke Tirkiyê ye yan destpêka qonaxeke destdirêjiyê ya nû ye? Gelo têkiliya Rûsya bi vê pêngava ewlekariyê re çi ye û çi ziyan jê dîtin û çi bi dest xwe ve anî? Gumanên me ya tunekirina tabûra El-Şerqiyê piştî 6 mehan bi cih hat. Gelo Tirkiye dê tabûra El-Şerqiyê çawa bi kar bîne? Gelo destdirêjî bi dawîbûna pêngava ewlekariyê re bidawî bûn? Em ê hemû van pirsan di vê dosya xwe de bibersivînin û rastiya pêngava ewlekariyê ku dagirkeriya Tirkiyê li herêmê daye meşandin şîrove bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Huda El-Hesen ji şêniyên Dêrazorê ye û di encama teqîneke li nêzî mala wê de çavê xwe winda kiriye. Çîroka Hudayê azarên jinan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de û binpêkirinên wan der heqê şêniyan de eşkere dike. Tunebûna bijîşkan azarên wê zêdetir kirin. Huda bang li rêxistinên mirovî dike ku alîkariya wê bikin.

CIWAN

-Meşa Jinên Ciwan a ji Dêrikê ber bi gundê Eyn Dîwar ve didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya girava birçîbûnê ya Leyla Guven meşekê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Hunermendê Ereb Cemal Ebidselam Mihemed ku 3 salan li Reqayê di bin zilma DAIŞ’ê de ma û çeteyan berhemên wî talan kirin, piştî derbasî Rojava bû, jiyana hevpar a pêkhateyan bandor li wî kir û tabloya xwe ya nexşeya Sûriyeya demokratîk çêkir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tabloyên Cela El-Hemzawî serpêhatiyên jinên Reqayê yên di dema dagirkrina çeteyên DAIŞ‘ê û binpêkirinên çeteyan vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Neçîrvanên masiyan ku li ciraxa çemê Firatê neçîrê dikin bi alavên kevin neçîrê dikin da ku qûta xwe ya rojane dabînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA