'Şanoya Ewlekariyê' li bakurê Sûriyê bi erêkirina Qeyser û pêkanîna Sultan -1

Pêngava ewlekariyê ku artêşa Tirk a dagirker daye destpêkirin çi ye? Di asta yekemîn de kî jê sûd werdigire? Gelo ev tevger dilsoziyeke Tirkiyê ye yan destpêka qonaxeke destdirêjiyê ya nû ye? Gelo têkiliya Rûsya bi vê pêngava ewlekariyê re çi ye û çi ziyan jê dîtin û çi bi dest xwe ve anî? Gumanên me ya tunekirina tabûra El-Şerqiyê piştî 6 mehan bi cih hat. Gelo Tirkiye dê tabûra El-Şerqiyê çawa bi kar bîne? Gelo destdirêjî bi dawîbûna pêngava ewlekariyê re bidawî bûn? Em ê hemû van pirsan di vê

'Şanoya Ewlekariyê' li bakurê Sûriyê bi erêkirina Qeyser û pêkanîna Sultan -1
8 kanûn, 2018   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJ MÛSA

Dagirkeriya Tirk piştî 19'ê Mijdara îsal (2018) li giştî bakurê Sûriyê û bi taybet li Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye. Dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navnetewî behsa mijara pêngava ewlekariyê ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku navê "Artêşa Niştimanî" li xwe kirine li dijî hin komên çete yên din dane destpêkirin, dikin. Ji ber ku ev komên çete her tim dizî û talanê dikin û di nava wande nakokî hene.

Çeteyên artêşa niştimanî di 19'ê Mijdarê de qedexeya derketinê li bajarê Efrînê ferz kirin û li gorî daxuyaniya wan îdîa kirin ku çalakiya li dijî tabûrên ku talan û diziyê di bajêr de dikine û dizî û talana 8 mehên berê ji dema dagirkirina Efrînê ve paşguh dike.

Qedexeya derketinê ku li hemberî welatiyên Efrînê bêyî ku navçeyên wê bigire nava xwe ji nûşka ve çêbûn. Piştre tavilê hemû rêyên ketin û derketina bajêr hatin girtin û bendên kontrolê bi çeteyên artêşa niştimanî û asayîşa leşkerî hatin dagirtin. Li rex vê yekê çapemeniya Tirkiyê jî hemleyeke mezin da destpêkirin da ku vê pêngavê weke gaveke ciddî nîşan bide ku hewl dide rewşa welatiyan di bajarê Efrînê de baş bike.

Çalakiya ewlekariyê ye yan ya leşkerî ye?

Piştî çend saetan ji ragihandina qedexeya derketinê şerekî dijwar di navbera komên çete de li bajarê Efrînê der ket û çeteyan çekên giran û cûda bikar anîn û ev yek nîşan dide ku çalakiyeke leşkerî ya ku hesabên navxweyî di navbera dagirkeriya Tirk û komên çete de were xwestin.

Şerekî giran, topbarana li dijî deverên welatiyan, cenazeyên li kolanan, dengê guleyan di hundir û derdora bajêr de bilind bû. Ti nexweşxaneyan birîndar pêşwaziyî nekirin û firneya jî ji welatiyan re nan peyda nedikirin. Dema ku komên çeteyan şerê hevûdu dikirin rewşa bajarê Efrînê bi vî rengî bû.

Devereke sereke ya şer li Efrînê di van du rojan de tune bû. Ji ber ku çeteyan malên welatiyên Efrînê desteser kiribûn û malbatên biyanî têde bicihkiribûn veguhertibûn baregehên leşkerî. Ango bajar di nava tabûrên cûda de hatibû parvekirin. Lê di çapemeniyê de behsa şerê di navbera artêşa niştimanî û tabûra Hemzat li dijî tabûra Şuheda El-Şerqiyê de dihat kirin.

Balefirên keşfê yên Tirkiyê jî li ezmanê bajêr digeriyan. Şerê ku di çapemeniyê de hat mezinkirin bi dawî bû û êdî raya giştî ya navnetewî jî îdîa kirin ku çalakiyeke ewlehî li dijî terorîstan pêşketibû. Lê gelo ev çalakiya ewlekariyê bêyî şîroveya siyasî ya Tirkiyeyê? Girtina rojnamevan Bîlal Seryol ji aliyê dagirkeran ve û îşkencekirina wî piştre serbest berdan wî sernavê sereke ya destpêkirina  çalakiyê bû û revandina bi sedan welatiyan û çalakiyên talan û destdirêjiyê paşguh kirin.

Li aliyekî din nîşanên zelal a keysbaziya vê çalakiyê derketin. Bîlal ji aliye  tabûra Sultan Murad ve hatibu revandin û îşkencekirin. Lê çalakî li dijî Şuheda El-Şerqiyê bû ku li nêzî xalên çavdêriyê yên Rûsyayê şerek bi hêzên rêjîmê re derxistin. Beşdarên vê hemleyê ên weke tabûrên Sultan Murad û Silêman Şah bûn ku ew jî bi piranî Turkmenin.

Di encama çalakiya ewlekariyê li Efrînê çeteyên Şuheda El-Şerqiyê ji bajêr bi Cindirêsê ve hatin derxistin.

Talan di dema girtina talankeran de

Di dema qedexeya derketinê û şerê çeteyan de bi dehan leşkerên artêşa niştimanî û tabûrên din bi hinceta avakirina mewziyan beşdarî talankirina malên welatiyan bûn. Xedîce ya ku nexwest paşnavê xwe eşkere bike got ku çeteyan pere û zêrên wê û gelek alavên malbata wê dizine.

Tabûrên ku beşdarî hemleya li dijî Şuheda El-Şerqiyê bûne bi temamî girêdayî Tirkiyê ne û ti girêdana wan bi Sûriyê re tune ye. Serçeteyên van tabûrên ku beşdarî hemleyê bûne bi talan û ferzkirina xiracê li ser welatiyan navdar in. Her wiha gelek darên zeytûnan hilkirin, bi awayekî bê serûber malên welatiyan talan kirin, bi sedan welatiyên sivîl revandin û îşkence kirin.

Osmanlî çawa sûd wedigire?

Tirkiye ev du salin hin herêmên Sûriyê dagirkiriye. Çalakiyên revandin, talan û diziyê rojane ji aliyê çeteyan û leşkerên Tirk ve berdewam in. Hikûmeta Tirkiyê ji vê rewşê gelekî sûd werdigire. Çalakiyên guhertina demografîk jî berdewam in. Di encamê de herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya  Tirkiyê de ne bi qasî %60 ji welatiyan hatine valakirin. Li herêma Efrînê jî %70 derbas kir.

Sûdwergirtina duyemîn ew e ku hemû çeteyên di hundir de bi wê ve girêdayî bimînin ango her dim hewcedarî wê bin. Mûçeyên mehane Tirkiyê ji wan re peyda dike û bi qasî kêmtirî 100 dolarên Amerîkî mûçe dide wan. Tevî ku bi milyaran dolar ji berhemên van herêmên ku dagir kirine werdigire.

Berjewendiya sêyemîn a ji bo hikûmeta Tirkiyê ew e ku hewl dide bi van şanoyên xwe yên ewlehiyê û bi rêya hin dadgehên sûcdariyê yên Tirkiyê ku hin caran hin destdirêjkaran digire, xwe dide diyar kirin ku ew di Sûriyê de weke hêzeke aştiyê ye û ne dagirker e. Li Efrînê eşkere bû ku piştgirî bi tabûrên talanker re dihat kirin. Sedam wê jî ew bu ku, welatî berê xwe bidin hêzên Tirkiyê û Tirkiye jî xwe weke parêzavanê mafan bide diyarkirin.

Tirkiye bi van hewldanên xwe, xwe weke azadkerê welatiyan nîşan dide. Tevî ku hêzên artêşa Tirk di asta herî jor de li ser axa Sûriyê keysbaz û gendelî ne. Nexasim ku bi sedan welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn di êrîşên wan de hatin qetilkirin.

Di xala çaremîn de Tirkiyê bi rêya destpêkirina vê hemleyê karibû destdirêjiyên xwe yên li ser herêmê veşêre. Li rex dijwarbûna şer di hundirê Efrînê de, çeteyên tabûra Silêman Şah a bi serkêşiya Ebû Emşe ku navçeya Şiyê dagir kiriye gelek welatiyên sivîl revandin û fidye ji malbatên wan dixwazin. Mijara Efrînê û destdirêjiyên ku rojane li vir pêk tên ji aliyê çapemeniya navnetewî jî hatiye paşguhkirin. Ji ber ku siyaseta çapemeniyê ya gelek dewletan berjewendiya hikûmeta di ser berjewendiya gelan re digire. Ev mijar di siyaseta AKP'ê de jî nemaze di bazirganiya bi doza kuştina rojnamevanê Siûdiyê Cemal Xaşiqçî de zelal bû.

Destdirêjî hêjî berdewam in

Qaşo bi “hemleya ewlekariyê” ya dewleta tirk û çeteyên dabûn destpêkirin re bêrîkên çeteyan ji diziyê hatin dagirtin û piştî çend rojan rêze destdirêjiyên çeteyan eşkere li dijî welatiyên Efrînê hate dewamkirin. Li gundê Coqê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê tabûra El-Hemzat destên xwe danîn ser bi dehan malan û veguhertin baregehên leşkerî û gelek jî malbatên biyanî û malbatên çeteyan têde bi cih kirin.

Çeteyan her wiha 500 tenekeyên zeytê weke xirac ji welatiyên gund distînin. Her wiha li gelek navçeyên herêma Efrînê revandina welatiyan hêjî berdewam e û fidye ji malbatên wan dixwazin da ku serbest bêne berdan.

Komeke çeteyan ku rûyên xwe pêçandibûn bi ser buroyeke alûgoriya pereyan ve girtin û bêtirî 15 hezar dolar jê dizîn û xwediyê buroya alûgoriyê jî birîndar kirin.

Dema hemleyê ne tesadûf bû

Dema ku Tirkiye komên çete tevdigerîne ne tesadûfe û ji xwe berê ye. Dema ku civîna Astana nêzîk bû û tevliheviyên nû di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derketin, Tirkiye hewl dide xwe di pêkanîna hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê de ciddî nîşan bide.

Rewşa aloz a Idlibê jî li rex pêşveçûnên El-Nusra li rex hevpeymana Rûsya û Tirkiyê aliyê Tirk li hemberî hevpîşeyê xwe yê Rûsya tevlîhev bûye. Çavdêrên herêmî diyar dikin ku ev çalakî peyameke Tirkiyê ji Rûsyayê re ye ku ew di sere tabûra de ciddî ye. Hin çavdêrên din jî berûvajî wê nîşan dan ku peyameke ji Rûsyayê re ye ku Tirkiye serweriya giştî tabûran dike û dihêle ku Tirkiye cihekî baş di danûstandinên avakirina komîteya destûrî de bigire.

Nivîskarê Kurd Bekir Sudqî di gotareke xwe de diyar kir ku ev pêngava ewlekariyê ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê beriya niha HDP'ê mijara destdirêjiyên li herêma Efrînê derxist pêş lê hikûmeta Tirkiyê îdîa kir ku evan destdirêjî pêk nehatine.

Gelo mijar tenê girêdayî Efrînê ye ku amadekariya destpêkirina hilbijartinên şaredariyan tê kirin ku tê payîn di Adara 2019'an de were lidarxistin. Hikûmet hewl dide piştgiriya koçberên Kurd werbigire da ku karibe di hilbijartinên şaredariyan de jî bi sre bikeve.

Diyar e evan agahiyên li jor girêdayî qaşo “çalakiya ewlekarî” ya li Efrînê ye û hate gotin ku dê li Cerablûs û Babê jî were meşandin. Hin rojnameyên girêdayî hikûmeta Tirkiyê jî îdîa kirin ku Şuheda El-Şerqiyê fînanseya xwe ji dewletên kendavê werdigire da ku tevliheviyê di nava hikûmeta Tirkiyê de çêbikin. Nemaze piştî tevliheviya têkliyên di navber Tirkiye û Siûdiyê de ji ber doza kuştina Cemal Xaşiqçî ve.