Sûriyeya demokratîk li ser tabloyekê neqişand

Hunermedê Ereb Cemal Ebidselam Mihemed ku 3 salan li Reqayê di bin zilma DAIŞ’ê de ma û çeteyan berhemên wî talan kirin, piştî derbasî Rojava bû, jiyana hevpar a pêkhateyan bandor li wî kir û tabloya xwe ya nexşeya Sûriyeya demokratîk çêkir.

Sûriyeya demokratîk li ser tabloyekê neqişand
Sûriyeya demokratîk li ser tabloyekê neqişand
8 kanûn, 2018   06:35

BÊRÎTAN MEDÛSA - SOZDAR XELÎL / GIRÊ SPÎ

Wênesaz û peykertiraşê ji pêkhateya Ereb, Cemal Ebidselam Mihemed (41) ji bajarê Reqayê ye. Ebidselam ji 8 saliya xwe ve dest bi karê wênexêzkirinê kiriye. Cemal Mihemed dibêje yê ji bo pêşketina wî ew teşfîk kiriye mamosteyê wî bû. Bi mamosteyên wekî Heyka Eymen Nasir û Mihemed Ayaş re kar kiriye û beriya DAIŞ bikeve Reqayê, bi hev re pêşangehek li ser kevneşopên Reqayê li dar xistine.

Peyker û wêneyên Cemal Mihemed jî wekî hemû nirxên mirovahiyê rastî talana çeteyên DAIŞ’ê hatin. Cemal Mihemed li ser talana çeteyên DAIŞ’ê wiha got: “Gelê me bi ola xwe ve girêdayî bû. DAIŞ’ê ew li ser navê îslamê xapandin. Dema DAIŞ ket Reqayê, hevalekî min ê Kurd hebû, her tim ez ji bo DAIŞ’ê hişyar dikirim. Piştî DAIŞ ket Reqayê, min rûyê wan ê rast nas kir. Wan dîrok û çanda me binpê kir.”

‘Şoreşa rast a Rojava ye’

Cemal Ebidselam Mihemed piştî dagirkirina Reqayê ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusrave bi du salan ji bajarê xwe derket û derbasî Girê Spî bû. Jiyana hevpar a gelan a li Girê Spî bala Cemal dikişîne û li ser pevrejiyana gelan tabloya nexşeya Sûriyê çêkir. Piştî tabloyê, peykerê jina azad, peykerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hinek tabloyên din jî çêkirin. Cemal Mihemed hestên xwe yên dema derbasî Girê Spî bû, wiha anîn ziman: “Piştî ku min zilma li Reqayê dît û ez hatim Girê Spî, min dît ku çawa hemû pêkhate bi yek rihî li gel hev dijîn, ez matmayî mam. Her kesî bi hev re bajarê xwe diparast. Min wê demê fêm kir şoreşa rast a Rojava ye. Vê pevrejiyanê bala min kişand û min tabloyek çêkir.”

‘Berxwedana jinên Kurd bû îlhama tabloya min’

Wênesaz û peykertiraş Mihemed tablo bi rengê zer çêkiriye, ji her pêkhateyan mirov li ser nexşeya Sûriyê rûniştine û xwarinê dixwin. Li derdora wan jî şervanên YPJ’ê parastina wan dikin. Cemal Mihemed li ser naveroka tabloya xwe wiha axivî: “Min jiyaneke nû li Rojava dît. YPJ’ê li dijî terora ku ji bo hemû cîhanê xetere ye, sekinî. Ji ber ku dema DAIŞ ket Reqayê, digotin ‘jinên Reqayê yên xweşik û zilamên wan ên tirsonek’. Piştî min bi çavê xwe dît ku jinên Kurd çawan xweşik çek rakirine û li dijî zilmê sekinîne. Vê hişt ku ez vê tabloyê çêkim.”

‘Divê em bi hemû gelên Sûriyê re bi awayekî demokratîk bijîn’

Cemal Ebidselam Mihemed bang li gelê Ereb kir û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em di merheleyeke gelekî hesas re derbas dibin. Gelek plan li ser gelên Sûriyê tên kirin. Divê em bi hemû gelên din re di sîstema demokratîk de bi hev re bijîn.”

ANHA