YPG`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku şervanê wan Şêrhat Qamişlo di encama qezayekê de şehîd bûye.

YPG`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
2 kanûn, 2018   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Rêhevalê me Şêrhat Qamişlo yê ku li Tirbespiyê li ser erka xwe bû, di roja 29’ê Mijdarê de di encama qezayekê de şehîd bû.

Heval Şêrhat ê ku zarokê malbateke welatparêz bû, li Qamişlo jidayîk bû. Di demeke ku di Rojava û Bakûrê Sûriyê de şoreş pêş ket tevlî nav refên têkoşînê bû. Heval Şêrhat ê ku bi nirxên civaka xwe ve girêdayî bû, heya dawiya jiyana xwe jî tu caran ji van nirxên ku pê ve girêdayî ye tawîz neda. Bi fedakarî, kedkarî û girêdana xwe ya bi jiyanê re bi hemû erkên ku jê re hat dayîn rabû û bê tereddut pêk anî.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

*****

Nasnav: Şêrhat Qamişlo

Nav û Paşnav: Hesen Ibrahîm

Navê Dayikê: Menîfe

Navê Bav: Ebdilezîz

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbesipiyê / 29’ê Mijdarê 2018