Li Hecînê QSD`ê derbeyên giran li DAIŞ`ê dixe-HATE NÛKIRIN

Şervanên QSD`ê 5 erebeyên çeteyên DAIŞ`ê li eniyên Hecînê teqandin û erebeyeke ji cûreya Hemir a çeteyan kete destê şervanan. Her wiha ji ber derbeyên şervanên QSD`ê çeteyan ji gelek çeperên şer reviyan.

Li Hecînê QSD`ê derbeyên giran li DAIŞ`ê dixe-HATE NÛKIRIN
Li Hecînê QSD`ê derbeyên giran li DAIŞ`ê dixe-HATE NÛKIRIN
2 kanûn, 2018   11:17

DÊRAZOR

Li eniyên Hecînê û taybet eniya bakur, heta niha şer dewam dike. Di vê çarçoveyê de, çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihandin ku şervanên QSD`ê 5 erebeyên leşkerî yên çeteyan heta niha rûxandine. Her wiha erebeyek ji cûreya Hamir jî kete destê şervanan.

Di heman demê de, ji ber derbeyên şervanên QSD`ê, çeteyên DAIŞ`ê xwe ji gelek çerperên şer reviyan.   

Heman çavkanî ragihand ku gelek çete hatin kuştin, lê hejmara kuştiyên çeteyan nehatin zelalkirin. Di heman demê de hinek cenazeyên çeteyan jî di qada şer man.

Her wiha hinek çekên çeteyan ji wan doçka 12.5 kete destê şervanên QSD`ê.

(kc)

ANHA