Şehîd Helûş Elî hate oxirkirin

Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê Helûş Elî yê di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kirin.

Şehîd Helûş Elî hate oxirkirin
Şehîd Helûş Elî hate oxirkirin
Şehîd Helûş Elî hate oxirkirin
Şehîd Helûş Elî hate oxirkirin
Şehîd Helûş Elî hate oxirkirin
Şehîd Helûş Elî hate oxirkirin
2 kanûn, 2018   10:52

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîd Helûş Elî (Îbrahîm) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji fermandaên YPG`ê Hisên Hemade axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Hemade destnîşan kir ku dê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin. Her wiha endama Saziya Malbatên Şehîdan Zehra Ebîd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ew ê heta dawiyê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer bikin û li ber xwe bidin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Helûş Elî di nava dirûşme û tilîliyan de hate oxirkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Helûş Elî 28`ê Mijdarê di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê li herêma Hecînê şehîd bû.

(bx)

ANHA