Hediye Yûsif: Binpêkirinên Tirkiyeyê gihaştin asta qirkirina etnîk

Hediye Yûsif anî ziman ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser niştecihên Efrînê gihaştin asta qirkirina etnîk û diyar kir ku hêviya wan ji bo pêşerojeke azad û sîstemeke demokratîk xurt e.

Hediye Yûsif: Binpêkirinên Tirkiyeyê gihaştin asta qirkirina etnîk
2 kanûn, 2018   10:49

QAMIŞLO

Xebatên "Komcivîna navneteweyî ya qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê" didome. Piştî nîşandana sînevîzyoneke li ser binpêkirina li Efrînê û nêrîna şahidan, peyama pîrozbahiyê ya hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif hate xwendin.

Hediya Yûsif di peyama xwe de diyar kir ku dagirkerina Efrînê di encama lihevkirina navdewletî û herêmî de pêk hat, da ku hevsengiyên leşkerî û siyasî di navbera xwe de ava bikin ku bi hevkariya Tirkiyeyê û li gel bêdengiya navdewletî serweriya rêjîma Sûriyê vegerîne û ji aliyekî din de jî serweriya Rûsyayê ya siyasî li ser Sûriyê ferz bike.

Hediye Yûsif dagirkirina Efrînê wek qonaxeke nû di aloziya Sûriyê de bi nav kir û wiha got: "Şer ji çarçoveya şerê li dijî komên çekdar an jî komên navê opozîsyonê li xwe dikin de derket, lê belê êdî veguheriye şerê li dijî welatekî."

Di peyama xwe de Hediye Yûsif wiha lê zêde kir: "Gelê me yê berxwedêr bi qehremanî li ber xwe da, ji bo rûmeta gelê Sûriyê zêdetirî hezar û 500 şehîd hatin dayîn. Rexmî ku Efrîn beşek ji Sûriyê ye, lê rêjîma Sûriyê bi yek gotinê be jî şermezar nekir."

Hediye Yûsif wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirkiyeyê di polîtîkayên xwe yên der heqê gelê Efrînê de berdewam in da ku armancên xwe bigihîne serî. Gelek komkujî bi serê niştecihên resen ên Efrînê de pêk anîn, binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê digihîjin asta sûcên şer û qirkirina etnîk, hemû qanûn û pîvanên navdewletî binpê dikin da ku rûyê xwe yên rast ji cîhanê re bide diyarkirin ku serdema Osmaniyan dîsa vegerînin. Em li pêşberî pirsgirêkeke mezin in, pirsgirêk ew ku welatê me bûye baregeheke xeternak ji bo mirovahiyê, ji ber ku sîstema terorê û şaneyên wê li vir bi pêş dikevin. Tundî û şer li welatê me berdewam e ku rê li ber çareseriya aloziyê bi awayekî demokratîk venake, lê gelê Sûriyê yê azadîxwaz û aştîxwaz berdêla wê dide."

Hediya Yûsif di dawiya peyama de wiha got: "Ruxmî azarên li ser gelê Sûriyê û bi taybet gelê Efrînê, lê baweriya me pêşerojeke nû, gelekî azad û sîstemeke demokratîk heye, baweriya me xwe dispêre îradeya azad."

Tê payîn ku çend kêliyên din rûniştina yekemîn a komcivînê dest pê bike.

ANHA