Li eniyên Hecînê şerên giran rû didin

Li eniyên Hecînê û taybet eniya bakur di van kêliyan de şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin.

Li eniyên Hecînê şerên giran rû didin
Li eniyên Hecînê şerên giran rû didin
2 kanûn, 2018   08:41

DÊRAZOR

Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê”Şerê Tinekirina  Terorê” bi hemû hêza xwe dewam dike. Şervanên QSD`ê bi pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin.

 Di vê çarçoveyê de, li eniyên Hecînê û taybet eniya bakur di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şerên giran rû didin.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku şervanên QSD`ê du erebeyên çeteyên DAIŞ`ê li eniya bakur teqandin. Şer heta niha bi hemû hêza xwe dewam dike.

(kc)

ANHA