Pûtîn: Erdogan li Idlibê bi bin ket

Vladimîr Pûtîn eşkere kir ku Tirkiye di çareserkirina aloziya Idlibê ya Sûriyê de bi bin ketiye.

Pûtîn: Erdogan li Idlibê bi bin ket
2 kanûn, 2018   08:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna çapemeniyê de ku duh hate lidarxistin, wiha got: "Tirkiye di çareserkirina aloziya Sûriyê de bi bin ket. Moskov ji ber rewşa li Idlibê bi fikar e.”

Parêzgeha Idlibê ku bûye navenda komên çete yên Tirkiyeyê, di serî de Heyat Tehrîr El-Şam, Pûtîn û Erdogan 17`ê Îlonê li ser li hev kir ku herêmeke bêçek were avakirin û çete çekên xwe yên giran radestî rejîma Sûriyê bikin. Lê Erdogan heta niha nekarî çeteyên xwe qanî bike da ku çekên xwe radest bikin û ji wê herêmê derkevin.

(kc)