Xwendekarên Reqayê: Em ê bi xwe pêşeroja xwe ava bikin

Serokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê sala nû wek saleke baş li gorî sala borî nirxand. Ji aliyê xwe ve xwendekarên Dibistana El-Farûq tekez kir ku dê pêşeroja xwe, xwe bi xwe ava bikin piştî qutbûna 5 salan ji dibistanê.

Xwendekarên Reqayê: Em ê bi xwe pêşeroja xwe ava bikin
Xwendekarên Reqayê: Em ê bi xwe pêşeroja xwe ava bikin
Xwendekarên Reqayê: Em ê bi xwe pêşeroja xwe ava bikin
2 kanûn, 2018   08:47

XALID EL-CUMA / REQA

Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xedemî ji bo dibistanên Reqa û gundewarên wê bi cih tîne. Hejmara dibistanên ku îsal hatine vekirin û 114 hezar xwendekar pêşwazî kirine, gihaşt 317 dibistanan. 

Piştî DAIŞ'ê Reqa dagir kir, destpêkê perwerde qedexe kir. Xwendekarên hemû astên seretayî, navîn, amadehî û zanîngehê ji dibistanan qut bûn. Bandora qutbûna ji dibistanê li zarokên di hemû astan de bû lê ya herî zêde di asta seretayî de çêbû. Asta seretayî di 6 saliyê de dest pê dike û ji ber ku şagirt 4 salan ji dibistanê qut bûne, niha dema vegerîn dibistanê temenê wan bûye 10 salî û hîna jî di refa yekê de ne. Ji ber ku zarok di temenê 6 salî de zûtir fêr dibin û ji bo refên din tên amadekirin, ev sal gelekî girîng in.

Hîna jî zarokên Reqayê ji vê arîşeyê zehmetiyê dikişînin. Lê di sala perwerdeyê ya nû de zarok di xwendinê de bi israr in û hêvî dikin ku sala perwerdeyê ya nû ji berê baştir be. Li gorî gotinên mamosteyan ev israra wan di hatina dibistanê de di saetên sibehê de û amadekirina xebatên xwe de xuya ye.

Amadekariyên komîteyê yên îsal

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo biserxistina sala perwerdeyê ya îsal bi hemû keda xwe dixebite. Komîteyê ji bo gihandina mamosteyan ku hejmara wan gihaştiye 4 hezar û 350’an, li 3 herêmên cuda dewreyên perwerdeyê vekirin. Di van dewreyan de mamosteyan waneyên girêdayî perwerdeyê ji aliyê kadroyeke pispor ve dîtine. Ev kadro ji aliyê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û Navendên Perwerdeyê yên girêdayî komîteyê li Reqa û gundewarên wê hate pejirandin.

Bi armanca amadekirina pêdiviyên dibistanan komîteyê werşeyên kar ava kirin. Werşeyan hemû dibistanên Reqa û gundewarên wê ji hemû aliyan ve ji çêkirina pencereyan, daniştokan û depan ve amade kirine.

114 hezar xwendekar perwerde dibin

Piştî bidawîkirina xebatên werşeyan komîteyê îsal 317 dibistan hatin vekir û 114 hezar xwendekar li wan dibistanan pêşwazî kirin.

Têkildarî mijarê mamosteyê dibistana El-Farûq Mihemed El-Şawîş wiah got: "Li dibistanê 2 hezar û 500 xwendekar hene. Rewşa perwerdeyê û dibistanê îsal ji sala par baştir e. Xwendekar gelek salan ji xwendinê qut bûne lê ew îsal ji bo berdewamkirina perwerdeyên xwe bi israr in û hêza wan ji bo wê heye."

Girêdayî heman mijarê xwendekara bi navê Wîam Şêxo kêfxweşiya xwe bi sala perwerdeyê ya nû rave kir û wiha got: "Piştî qutbûna 5 salan, em ê xwendina xwe bidomînin. Bi vegera dibistanê re em gelekî kêfxweş in."

Ji aliyê xwe ve xwendekarê bi navê Zekeriya Enwer jî wiha axivî: "Kêfxweşiya me di sala perwerdeyê ya nû de temam bû û em ê pêşeroja xwe ya ku di salên borî de şikestibû, ava bikin."

Xebatên perwerdeyê geş dibin

Têkildarî rewşa perwerdeyê ya îsal hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Elî El-Şenan ji ajansa me re axivî û ev agahî dan: "Me mamoste li hemû dibistanên Reqa û gundewarên wê erkdar kirin. Xwendekar bi awayekî pir baş diçin dibistanan."

Her wiha Elî tekez kir ku rewşa perwerdeyê ji hejmara mamosteyan û xwendekaran ji sala par pir baştir e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara xwendekaran di sala borî de gihaştibû 75 hezaran û hejmara dibistanan 283 dibistan bû. Lê îsal hejmara xwendekaran gihaşt 114 hezar xwendekaran û hejmara dibistanan 317 dibistan. Her wiha hejmara mamosteyan îsal 4 hezar û 350 e.

(şx)

ANHA