Gerîlayan li dijî 2 dozerên leşkeran çalakiya sabotajê lidar xistin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Geverê li dijî 2 dozerên leşkeran çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de herdu wesayît hatin rûxandin.

Gerîlayan li dijî 2 dozerên leşkeran çalakiya sabotajê lidar xistin
1 kanûn, 2018   12:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayan li 30’ê Mijdarê li Geverê li dijî 2 dozerên artêşa Tirk çalakiya sabojatê kirine. HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî jî gahî da.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

 “Ev demek e ku artêşa TC’ê ya dagirker di navbera gundê Aliyawa û Kendalokê ya navçeya Gever a Colemêrgê de  rêya ewlehiyê çêdike. Hêzêm me roja 30’ê Mijdarê seat 19:40’an  li dijî 2 dozerên leşkeran ku li ser rê dixebitin çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de herdu wesayît hatin rûxandin û hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi rêk û pêk herêm bi çekên giran gulebaran kir.

Gare

Roja 28’ê Mijdarê di navbera seat 14:00’an û 14:30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Babil a herêma Gare ya Hêrêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de tu windahiyên me çênebûn.

Heftenîn

Dîsan roja 29’ê Mijdarê seat 16:10’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Şehîd Kendal a herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de hevalekî me şehîd bû. Agahiyên têkildarî nasnameya hevalê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.”