Dadgeha Ewropayê der barê pîlotên Ûkraynayê de agahî ji Rûsyayê xwestin

Dadgeha Ewropayê bang li Rûsyayê kir ku der barê pîlotên deryayî yên Ûkraynayê û sedema girtina wan de agahiyan bide.

Dadgeha Ewropayê der barê pîlotên Ûkraynayê de agahî ji Rûsyayê xwestin
1 kanûn, 2018   13:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Edaletê ya Ûkraynayê diyar kir ku Dadgeha Ewropayê ji Rûsyayê xwest ku der barê 24 pîlotên deryayî yên Ûkraynayê de ku keştiyên sînor ên Rûsyayê li tengava Kîrtiş êrîşî wan kir, bide.

Malpera UI Wayer a Ûkraynayê diyar kir ku yek ji pêwîstiyên dadgehê ku Rûsya sedema girtina leşkerên Ûkraynayê di nava ava herêmî ya Qirimê de diyar bike, divê eşkere bike bê ka li ser çi esasên qanûnî ew girtine. Her wiha dadgeh agahiyan li ser cihên kesê ku hatine girtin dixwaze, ji ber ku kesek di nava wan de birîndar bûye û pêwîst e alîkariyên tenduristî ji wî re werin pêşkêşkirin.

Dadgehê ji Rûsyayê xwest ku heta 3’yê Kanûnê agahiyan bide.

(bx)