‘Rizgarkirina me mucîzeyek bû’

QSD`ê bi sedan sivîl ku piraniya wan zarok û jin bûn, ji herêmên Dêrazorê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rizgar kirin. Sivîlan diyar kir ku rizgarkirina wan mucîzeyek bû.

‘Rizgarkirina me mucîzeyek bû’
1 kanûn, 2018   11:50

DÊRAZOR

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çalakiyên taybet de 30`ê Mijdarê bi sedan sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DIAŞ`ê de li eniya El-Sûse rizgar kirin.

Tîmên taybet ên QSD`ê çalakiyeke taybet pêk anî. Piraniya sivîlên ku hatin rizgarkirin, zarok û jin bûn. Ev ne cara yekemîn e ku QSD çalakiyên bi vî awayî li dar dixe.

Piştî ku QSD`ê sivîl ji eniya El-Sûse rizgar kirin, ew ber bi cihên ewle ve birin ku ji aliyê şervanan ve hatine rizgarkirin. Hemû pêwîstî ji xwarin, vexwarin û derman ji wan re pêşkêş kirin û ew birin kampên koçberan.

Cilên û bergên reş avêtin

Piştî ku sivîlên hatine rizgarkirin ber bi cihên ewle ve hatin birin, piraniya jinan cilên reş ên ku çeteyên DAIŞ`ê li ser wan ferz kiribûn, avêtin û cilên xwe yên resen li xwe kirin.

Kalepîrekî 80 salî diyar kir ku ji ber zilm û zora çeteyên DAIŞ`ê ji malên xwe derketin, tîmên taybet ên QSD`ê ew ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rizgar kirin û destnîşan kir ku piştî ew gihîştin herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgrkirin, şervanan bi xwe re erebeyên ambulansê anîbûn û ew ber bi herêmên ewle yên Dêrazorê ve birin. Her wiha destnîşan kir ku rizgarkirina şêniyan ji herêmê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de mîna mucîzeyekê bû.

23 çete hatin kuştin

Hemleya Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li baregehên dawîn li bajarokê Hecîn ê rojhilatê çemê Firatê xistine dorpêçê. şevê din şervanên QSD`ê êrîşeke çeteyên DAIŞ`ê li ser navendên şervanan li eniya Hecînê têk bir, 23 çete hatin kuştin, 2 erebeyên ku çeka doçka li ser wan bû, hatin teqandin û her wiha baregehên çeteyan hatin rûxandin.

(bx)

ANHA