Mihemed Îsa: Danûstandinên Sûrî-Sûrî serkeftî bûn

Çalakvan Mihemed Îsa Danûstandinên Sûrî-Sûrî wek pêngaveke baş bi nav kir û diyar kir ku MSD`ê kedeke mezin ji bo serkeftina wê pêk anî û hêvî kir ku tecrubeya demokratîk derbasî hemû xaka Sûriyê bikin.

Mihemed Îsa: Danûstandinên Sûrî-Sûrî serkeftî bûn
1 kanûn, 2018   08:02

GIRÊ SPÎ

Çalakvanê serbixwe Mihemed Îsa li ser Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku MSD`ê banga wê kiribû, ji ajansa me re axivî. Mihemed Îsa Danûstandinên Sûrî-Sûrî wek bûyereke temamkirî ji aliyê şekil û nîqaşan û her wiha hewldanên dîtina pirsgirêka Sûriyê de, bi nav kir.

Îsa da zanîn ku tecrubeyeke serkeftî bû û eger danûstandinên wekî van li ser rûyê erdê dewam bikin wê gavên erênî bixwe re bîne. Îsa da xuyakirin ku Danûstandinên Sûrî-Sûrî li ser xaka Sûriyê di aliyê kesên amade û şêwazê nîqaşan di danûstandinan de serkeftî bû û destnîşan kir ku wan gaveke mezin di aliyê nîqaşkirina gilî û pirsgirêkên gelê Sûriyê de avêtiye.

Çalakvan Mihemed Îsa hêvî kir ku danûstandinên bi vî rengî dewam bikin û diyar kir ku ev danûstandin ji aliyê dozên cewherî ve di çareserkirina aloziya Sûriyê de herî guncav e.

Mihemed Îsa destnîşan kir ku vê danûstandinê karibû hemû siyasetmedar û kesên serbixwe kom bike û wiha got:"Ev yek me di tu danûstandin û hevdîtinên ku ji bo dîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re nedît. Hemû pêşniyarên ji aliyê beşdarên danûstandinê, hemû kongreyên berê vala derxistin.

Di dawiyê de çalakvan Mihemed Îsa got tecrubeya demokratîk li herêmên Bakurê Sûriyê serkeftî ye û hêvî kir ku wekî van tecrubeyan li hemû Sûriyê pêk werin.

(jo)

ANHA