QSD`ê êrîşa çeteyan li Hecînê têk birin

Hêzên Sûriyê Demokratîk êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li eniya Hecînê têk birin û di encamê de 23 êrîşkar hatin kuştin.

QSD`ê êrîşa çeteyan li Hecînê têk birin
1 kanûn, 2018   07:54

DÊRAZOR

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku şervanên QSD`ê duh li eniya El-Sûsê ya herêma Hecînê gelek sivîl ji nava pencên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Çeteyên DAIŞ`ê ji bo rizgarkirina sivîlan asteng bike, şeva din êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê li eniya Hecînê kirin. Di encama bersivdayîna şervanan de, êrîşa çeteyan têk çû û 23 êrîşkar hatin kuştin.

Her wiha şervanan du erebeyên doçka li ser teqandin û bargehên çeteyan rûxandin.

(kc)

ANHA