Zarokên Girkê Legê fêrî taykwandoyê dibin

Li navçeya Girkê Legê 92 zarok  xwe li ser spora taykwando perwerde dikin. Her wiha hewl didin ku tev li pêşbirkên navneteweyî bibin.  

Zarokên Girkê Legê fêrî taykwandoyê dibin
Zarokên Girkê Legê fêrî taykwandoyê dibin
Zarokên Girkê Legê fêrî taykwandoyê dibin
Zarokên Girkê Legê fêrî taykwandoyê dibin
Zarokên Girkê Legê fêrî taykwandoyê dibin
Zarokên Girkê Legê fêrî taykwandoyê dibin
1 kanûn, 2018   08:57

LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Taykwando yek ji şêwazên parastinê yên Koreyê ye. Mîna kareteyê ye lê di taykwandoyê de bi piranî ling têne bikaranîn. Taykwando beriya 2 hezar salan li Koreyê derketiye. Li ser destê gelê Koreyê hate pêşxistin. Ji bo xweparastinê di şer û zehmetiyên jiyanê de derket. Her wiha sûdên wê yên pîskolojîk jî gelek in.

Li navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo 92 zarok ji hemû temenan, li ser taykwandoyê ku di demên niha de pir girîng e, xwe perwerde dikin. Perwerde bi awayekî rojane tê dîtin. Perwerde ji aliyê pisporên ku kemer di vê sporê de girtine ve, tê dayîn.

Di vê çarçoveyê de jina ku perwerdeyê dide û kemera reş wek lîstikvaneke navneteweyî di sala 2016`an de wergirtiye, diyar kir ku gelek kes berê xwe didin wan da ku fêrî vê sporê bibin. Ji ber ku ev spor laş xurt dike û di heman demê de mirovan fêrî xweparastinê dike.

Delal Îsa keça ku perwerdeyê dibîne û gihîştiya asta kemera reş, got ji ber sûdên psîkolojîk xwest ku fêrî vê sporê bibe.

Hewl didin tev li pêşbirkên navneteweyî bibin

Jina ku perwerdeyê dide Meyasa Mûrad diyar kir ku gelek kes berê xwe didin wan da ku fêrî vê sporê bibin û bi taybet jinên herêmê û destnîşan kir ku danûstandinên wan li gel gelek kesên derveyî welat ên vê sporê didin, hene.

Meyasa Mûrad destnîşan kir ku ew hewl didin tev li pêşbirkên navneteweyî bibin û wiha anî ziman: "Em tev li gelek pêşbirkên li ser asta kantonên Rojava bûn. Me astên destpêkê girtin. Sala 2014`an ji bo ku em tev li pêşbirkeke li Amedê bibin, em hatin dawetkirin lê hikumeta Tirkiyeyê derfet neda ku derbas bibin û sala 2017`an jî ji bo em tev li pêşbirka El-Wefa ya kesê ku perwerdeyê dide Hozan Nûrî Remedan li Başûrê Kurdistanê bibin, lê dîsa hikumeta  başûrê Kurdistanê derfet neda."

(bx)  

ANHA