'Armanca Tirkiyê têkbirina fikrê demokratîk e'

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê Elaadîn Xalid got, Tirkiye bi armanca têkbirina fikrê demokratîk û modernîteya şarestanî û mafên mirovan mudexeleya Sûriyê dike.

'Armanca Tirkiyê têkbirina fikrê demokratîk e'
'Armanca Tirkiyê têkbirina fikrê demokratîk e'
'Armanca Tirkiyê têkbirina fikrê demokratîk e'
'Armanca Tirkiyê têkbirina fikrê demokratîk e'
'Armanca Tirkiyê têkbirina fikrê demokratîk e'
29 mijdar, 2018   15:49

ŞEHBA

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Şehbayê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî bi dirûşmeya 'Sûriye ya hemû gelê Sûriyeyê ye' civînek li dar xist.

Civîn li hola civînan a navçeya Fafîn a girêdayî Kantona Şehbayê li dar ket. Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Bekir Elo, hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd û endamên saziyên sivîl û siyasî yên kantonên Şehba û Efrînê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê cîgira Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê Ehlam Xidiro axivî û diyar kir ku  mudexeleyên derve di aloziya Sûriyê de barê partiyê giran kiriye û wiha got: "Di dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk mûdaxeleyên derve derket holê. Li hemberî vê yekê divê em yekitiya xwe ava bikin da ku rêya çareseriyê peyda bikin."

Di berdewam axaftina xwe de Ehlam destnîşan kir ku weke Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ew soz didin gelên herêmê ew ê rêya çareseriya siyasî ya ku mafên hemû gelan û azadiya wan diparêze bişopînin. Her wiha got pergala ne navendî çareseriya aloziyê ye û armanca wan rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.

Ji aliyê xwe ve cîgira Buroya Rêxistinî ya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê Îsra Ibrahîm got, rola partiyê ji avakirina malbatê destpê dike. Îsra balkişand ku jin bingeha malbatê ye û ji bo avakirina malbatê li ser bingeha wekheviyê ew hewl didin rola jinê bi pêş bixin, da ku karibe nêrîn û hizrên xwe rave bike.

Di civînê de serokê Buroya Rêxistinkirina Ciwan a partiyê Elî Selamê girîngiya bi rêxistinkirina ciwanan destnîşan kir û diyar kir ku divê ciwan li ser bingeha fikrê avakar û exlaq bên birêxtinkirin û ji şêwazên şerê taybet hişyar bin.

Piştre serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê Elaadîn Xalid rewşa siyasî di dirêjahiya salên aloziyê de û çawa dewleta Tirk komên tundrew û terorîst derbasî Sûriyê kiriye şîrove kir û her wiha armancên Tirkiyê ji vê gavê destnîşan kir û got: "Tirkiye bi armanca vegerandina zindîkirina osmaniyan û hevpeymana Milî mûdaxeleya Sûriyê dike û anî ziman ku armanca Tirkiyê ew e ku hêviyên gelan di azadiyê de bitemirîne.

Xalid destnîşan kir ku dewleta Tirk gelek komkujî der heqê gelê Sûriyê bi taybet gelê Kurd de pêk aniye weke komkujiyên Til Eran, Til Hasil û Efrînê.

(şx)

ANHA