Cenazeyê du şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Til Temirê hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên herêma Til Temirê cenazeya du şehîdên Yekîneyên Paratsina Gel li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin.

Cenazeyê du şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Til Temirê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Til Temirê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Til Temirê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Til Temirê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Til Temirê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Til Temirê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Til Temirê hatin veşartin
Cenazeyê du şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Til Temirê hatin veşartin
29 mijdar, 2018   15:57

HESEKÊ

Girseya gel cenazeya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mihemed Silêman bi nasnav Remzî Zêdan û Ezîz Mihemed bi nasnav Elaa Til Temir ên ku di pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê wergirtin. Girseya Gel cenazeyên şehîdan bi kerwanekî wesayîtan  ber bi goristana şehîdan a Til Temirê bi rê ketin.

Li goristana Şehîdan merasîmeke leşkerî ji aliyê YPG, YPJ ve dest pê kir.

Paşê bi navên Yekîneya Parastina Gel fermendar Serhed Demhat û Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Hemdiyê Kotî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan hate xwestin û hate gotin bi saya fedekariyên şehîdan destkeftiyên gelên herêmê hatine parastin.

Axaftivanan soza şopandina rêya şehîdan dan ta rizgarkirina herêman ji dagirkeran û avakirina Sûriyek demokratkîk.

Piştî bi dawîbûna axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Idrîs Tahir wesîqeya şehadetê ya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Malbatên şehîdan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre girseya gel cenazeya her du şehîdan di nav tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA