‘Li herêmên di bin serweriya rêjîmê û dagirkeriya Tirkiyê de jin rastî tundiyê tên‘

Beşdarên Danûstandinên Sûrî-Sûrî diyar kirin ku jinên Sûriyê li herêmên di bin serweriya rêjîmê û dagirkeriya Tirkiyê de rastî her cûre şîdetê tên û teqez kirin divê xebat were kirin da ku jin bighêje azadiya xwe.

‘Li herêmên di bin serweriya rêjîmê û dagirkeriya Tirkiyê de jin rastî tundiyê tên‘
‘Li herêmên di bin serweriya rêjîmê û dagirkeriya Tirkiyê de jin rastî tundiyê tên‘
29 mijdar, 2018   15:21

EYN ÎSA

Danûstanên Sûrî-Sûrî bi nîqaşên têkildarî doza jin û rola wê di çareserî û aramiya Sûriyê de" didome. Di nîqaşan de tecrueya jin li herêmên Rêveberiya xweser de, her wiha rewşa jinan li herêmên di bin serweriya rêjîmê û dagirkeriya Tirkiyê de hate destnîşankirin.

Di nîqaşan de hate teqezkirin ku pêwîste di hemû desturan de azadiya jin û mafê wê mîsoger be, her wiha bal hate kişandin ser tecrubeya jin di her qadan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet di warê parastinê û şerê li dijî terorê.

Her wiha hate gotin ku pêwîste tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî Sûriyê pêk were.

Beşdaran diyar kirin ku azadiya jin girêdayî azadiya jinê ye û bi azadiya jin civakî azad dibe.

Beşdaran bal kişand ku li herêmên di bin serweriya rêjîma Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê de her cûre şîdet li hemberî jinan tê bikaranîn û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî binpêkirinên Tirkiyê hate rexnekirin.

Di nîqaşan de hate gotin, piraniya desturên herêmên Rojhilata Navîn bendên girêdayî mafê jinên têne rêzgirtin, lê ev qanûnên heya radeyekê tundiyê der heqê jinan de rewa dike û hate destnîşankirin ku pêwîste ev qanûn werin pişrastkirin da ku mafê jinê mîsoger bike û wekheviyê di navbera jin û zilam de ava bike.

ANHA