Li Dirbesiyê bîranîna têkoşer Şîlan û sersaxiya 2 şehîdan

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê têkoşer Şîlan Kobanê û hevrêyên wê bi bîr anîn, her wiha bi sedan şêniyên navçeyê sersaxî ji malbatên şehîd Hogir û şehîd Dewran re xwest.

Li Dirbesiyê bîranîna têkoşer Şîlan û sersaxiya 2 şehîdan
Li Dirbesiyê bîranîna têkoşer Şîlan û sersaxiya 2 şehîdan
Li Dirbesiyê bîranîna têkoşer Şîlan û sersaxiya 2 şehîdan
Li Dirbesiyê bîranîna têkoşer Şîlan û sersaxiya 2 şehîdan
Li Dirbesiyê bîranîna têkoşer Şîlan û sersaxiya 2 şehîdan
29 mijdar, 2018   11:58

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê sersaxî ji malbatên şervanê YPG`ê Hisên Mehmûd (Hogir Dirbêsiyê) û şervanê QSD`ê Qeys Kîşa (Dewran Dirbêsiyê) xwest ku di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbûn. Her wiha têkoşer Şîlan û her çar hevrêyên wê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hatin bibîranîn.

Bi sedan şêniyên navçeyê û gundewarên wê, fermandar, şervanên YPJ/YPG’ê, bi dehan endam û rêveberên PYD`ê tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji fermandarên YPJ/YPG`ê Mistefa Derwîş axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê PYD`ê Naman Erebo salvegera 14`mîn a şehadeta têkoşer Şîlan Kobanê û her 4 hevrêyên wê bi bîr anî û got ew ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin. Erebo destnîşan kir ku têkoşer Şîlan û hevrêyên wê li ser destê kesên xayîn û ajanên dijmin şehîd bûn lê ew ê her tim di nava dîrokê de bimînin û bûne pêşengên gelê Kurd.

Bi navê Kongreya Star Ebîr Hesen di şexsê têkoşer Şîlan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîd Şîlan bin ku navê wê bi tîpên zêrîn di dîrokê de hatiye nivîsandin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku têkoşer Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) û 4 hevrêyên wê 29`ê Mijdara 2004`an li bajarê Mûsilê di encama komployeke navdewletî de şehîd bûn.

(bx)

ANHA