Hesen Koçer: Yekbûna ax û gel ji lingên sereke yên kongreyê ne

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê ya herêma Efrînê Hesen Koçer tekez kir ku lidarxistina kongreya duyemîn a PYD`ê ya Helebê, ji bo birêxistinkirina endaman e ku li hember komployên li dijî gelê Sûriyeyê hişyar bin.

Hesen Koçer: Yekbûna ax û gel ji lingên sereke yên kongreyê ne
29 mijdar, 2018   12:30

EHMED REŞÎD – ROZANA DAWID / HELEB

Di kongreya duyemîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a şaxê Helebê de, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Hesen Koçer axivî.

Hesen Koçer bal kişand ser roja kongreyê ku di salvegera şehadeta Şîlan Kobanê û hevalên wê de pêk tê, her wiha siyasetên qirêjî yên li ser gelê Kurd ku doza mafên xwe dike, şermezar kirin. Koçer destnîşan kir ku komplogeran li ser gelê Kurd, piştî ku planên nasname û çanda Kurdan tune bikin vala derketin, di şoreşa Rojava de siyaseta xwe guherandin û dest bi şopandina şerê taybet kirin û hewl dan fitneyan di nava şêniyan de derxin.

Hesen Koçer îşaret bi berxwedana şêniyên Efrînê kir û wiha got : "Tu carî gavek paşde neavêtin, li pêş çavên wan zarokên wan şehîd bûn, lê belê ew bi axa xwe ve girêdayî ne."

Koçer da zanîn ku yekitiya axê û gelan yek ji lingên sereke yê vê kongreyê ye û wiha domand: "Lidarixistina kongreyê ne tenê ji bo dirûşmeyan e, ew ji bo birêxistinkirinê ye ku bikarin li hember komployên li dijî gelê Sûriyê hişyar bin, ji ber ku civak ne birêxistinkirî be, dê hilweşe."

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de got ku divê gel baweriya xwe bi tu hêzên derve neyne, hêza hevgirtî ew felsefe û raman e ku şoreşa Rojava li ser dimeşe û gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin.

(jo)

ANHA