Li Xaneqînê teqîn: Fermandarek hate kuştin û 4 kes birîndar bûn

Li Xaneqînê mayînek teqiye di encama wê de fermandarê Tabûra 110'an a Heşdî Şabî hate kuştin.

Li Xaneqînê teqîn: Fermandarek hate kuştin û 4 kes birîndar bûn
29 mijdar, 2018   11:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî gundê Esaçire yê bajarokê Sehdiye yê Xaneqînê, dema ku wesayiteke hêzên Heşdî Şabî derbas dibû mayinek teqiya. Di encama wê de Fermandarê Tabûra 110'an a Heşdî Şabî Cemal Cenabî hate kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin, rewşa birîndaran giran e û ji bo dermankirinê rakirine Nexweşxaneya Baqûbeyê.