'Aloziya Sûriyê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk dê çareser bibe'

Şandeya Opozîsyona Hundirîn a Sûriyê bi Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çawaniya çareserkirina aloziya Sûriyê beriya diyalogên Sûrî – Sûrî nîqaş kir.

'Aloziya Sûriyê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk dê çareser bibe'
27 mijdar, 2018   13:37

QAMIŞLO

Îro şandeyek ji Opozîsyona Hundrîn a Sûriyê serdana Buroya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê ya li bajarê Qamişlo kir. Şande ji aliyê hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya Opozîsyonê ji serokê Koma Niştîmanî ya Demokratîk a Opozîsyona Sûriyê Basil Kiweyfî, endama Meclisa Sûriya Demokratîk Wîsam Osman, serokê Şepêla El-Wetenî Basli Neqiyedîn, Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê li Sahilê Sûriyê Engam Neyûf û endama Meclisa Jinên Sûriyê Esma Meqariqa pêk hat. Şandeyê bi hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer re nîqaş li ser rewşa Sûriyê kir. Umer diyar kir ku sedema têkçûna Bihara Ereban li herêmê, ji ber tu bername û projeyên wan tune bûn, hindek partiyên kevneperest û bi taybet Îxwan El-Muslimîn xwest şoreşan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin da ku sîstma xwe ji nû ve ava bikin. 

Umer diyar kir ku ew wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyê armanca wan ew e ku bingeha sîstema heyî biguherînin û sîstemeke demokatîk ku her kes dikare mafê xwe tê de bi kar bîne û cihê xwe tê de bigre, ava bikin.

Kesên beşdar destnîşan kir ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê didome lê divê aloziya Sûriyê were çareserkirin. Her wiha diyar kirin ku çareserkirina aloziya Sûriyê ku Sûriyeke demokratîk ji hemû gelên Sûriyê re were avakirin û heger ne wisa be, dê bi dehan rêxistinên terorî mîna DAIŞ`ê bi navên din derkevin.

Umer destnîşan kir ku heger diyalogên Sûrî – Sûrî neyên kirin, dê aloziya Sûriyê çareser nebe û diyar kir ku ew wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû diyalogan re amade ne.

Şandeya Opozîsyona Hundrîn a Sûriyê dê tev li diyalogên Sûrî – Sûrî bibe ku sibê bi însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokatîk (MSD) dê pêk werin û dê li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî li dar bikevin.

(bx)

ANHA