Li bajarê Babê yê dagirkirî di navbera gel û çeteyên Tirkiyeyê de şer

Li bajarê Babê yê dagirkirî, di encama şerê di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker û malbatekê de, sivîlek û 2 çeteyên Ehrar El-Şam birîndar bûn.

Li bajarê Babê yê dagirkirî di navbera gel û çeteyên Tirkiyeyê de şer
Li bajarê Babê yê dagirkirî di navbera gel û çeteyên Tirkiyeyê de şer
Li bajarê Babê yê dagirkirî di navbera gel û çeteyên Tirkiyeyê de şer
27 mijdar, 2018   11:38

MINBIC

Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Babê yê dagirkirî ev zêdetirî nîv saetekê ye di navbera malbata El-Wakî û çeteyên Ehrar El-Şam ên artêşa Tirk a dagirker de şer derket. Di encamê de kesek ji malbata El-Wakî û 2 çeteyên Ehrar El-Şam birîndar bûn.

Heman çavkaniyan ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şam çekên giran bi kar anîn û hemû rêyên bajar qut kirin. Lê der barê sedema şer de tu agahî nehatine bidestxistin.

Li gorî çavkaniyan şer dewam dike.

(kc)

ANHA