Gelê Rojava salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kir 

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê  û Şêxmeqsûd bi şahiyan salvegera 40’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kirin.

27 mijdar, 2018   14:00

KOBANÊ

Bi boneya salvegera 40’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şêniyên kantona Kobanê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger şahiyek li dar xist.

Pîrozbahî li Eywana Newroz a bajarê Kobanê bi dirûşmeya "PKK gel e û gel jî li vir e, ji bo şikandina tecrîdê rûxandina faşîzmê û ji bo azadkirina Kurdistanê serî hildin" hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de bi sedan welatiyên Kobanê amade bûn.

Şahiyê bi bîranîna cangoriyan dest pê kir, paşê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Kobanê di destpêka axaftina xwe de salvegera 40’emîn a damezirandina PKK’ê li hemû gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Em wek Ciwanên Şoreşger, ciwanên apocî li dijî kiryarên dagirkeriyên dewleta Tirk derkevin û tu carî xaka xwe di bin destên dagirkeriyê de nehêlin."

Paşê bi navê Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Ehmed Mişo helbesteke şoreşgerî li ser PKK’ê xwend û ji Saziya MLKP’ê Bozan Kobanê, her wiha bi navê Gaziyên Rojava Guvend û dayikeke Kobanê axaftin hatin kirin. Axaftinvanan dane zanîn ku PKK berî 40 salan li bakurê Kurdistanê ji bo azadkirina gelê Kurd tekoşîna xwe dest pê kir û heta niha jî tevgera xwe dewam dike ku li dijî hemû dagirkeriyan  derdikeve. Her wiha PKK gelek şehîdên xwe ji bo azadkirina gelê Kurd û Kurdistanê dan.

Piştî axaftinan Koma Dîlanê ya Şehîd Şîlan a Zarokan, her wiha Koma Gulava ya stranan a Navenda Çand û Hunerê ya  Baqî Xido ya bajarê Kobanê derketin ser dikê. Şahî bi xelekên dîlanê bi dawî bû.

HESEKÊ

Bi rasthatina salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê şahiyek li lîstikgeha navçeyê çêkirin.

Li cihê şahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate xemlandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdilbaqî Elî axaftin hatin kirin.

Elî di axaftina xwe de salvegeraq damezrandina partiyê li hemû azadîxwaz û demokratîk li hemû cîhanê pîroz kir.

Paşê Koma Zîlan gelek stranên şoreşgerî gotin û koma Hêvî şanoyek pêşkêş kir.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Dêrikê 40`mîn salvegera Damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahiyekê pîroz kirin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê tev li şahiyê bûn. Şahî li Navena Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger hate lidarxistin. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên damezrînerên tevgerê, al û sembolên Tevgera Rizgariya Kurdistanê hate xemilandin.

Di şahiyê de yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Ararat axivî û salvegera 40`mîn a damezrandina PKK`ê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, hevriyên wî, şehîdên tevgerê û şervanan li eniyên şer pîroz kir.

Di dawiyê de koma Kevneşopî û Kulîlkên Koçeran dîlan pêşkêş kirin.

Şahî bi xelekên dîlanan bidawî bû.

HELEB

Tevgera Civaka Demokratîk bi boneya 40`mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdisatnê (PKK) li salona Efrîn a herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsû şahiyek lidar xist.

Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, al û sembolên kurdî hate xemilandin.

Di şahiyê de ji aliyê yek ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Sebrî Efrîn û Sûd Hesen ve axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de salvegera 40`mîn a damezrandina PKK`ê hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Bakurê Sûriyê gihîşt roja îro ku gelek destkefî hatine bidestxistin.

Di şahiyê de stran û dîlanên filoklorî ji aliyê koma Stêrk a Efrînê û Çiyayê Hawar ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de xelekên dîlanan hatin gerandin.

(bx)

ANHA