‘Binpêkirinên li ser xiristiyanên li Idlibê parçekirina hevgirtina niştîmanî ye’

Berpirsê Komeleya Çanda Suryanî Hena Hena tekez kir ku binpêkirinên dawîn ên dewleta Tirk û çeteyên wê der heqê xiristaniyên li Idlibê de, ji bo vê yekê ne ku gelên herêmê xwe bi xwe bi hev kevin û hevgirtina yekitiya niştîmanî parçe bikin.

‘Binpêkirinên li ser xiristiyanên li Idlibê parçekirina hevgirtina niştîmanî ye’
27 mijdar, 2018   08:31

BASIL REŞÎD – COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Tê zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, biryarnameyek derxist da ku xwediyên mal û milkan ên xiristiyan ên li Idlibê mal û milkên xwe heta dawiya meha Mijdarê radestî wan bikin da ku bibin girêdayî çeteyan û li serçeteyan werin belavkirin.

Der barê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de berpirsê Komeleya Çanda Suryanî Hena Hena ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Hena got kiriyar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tiştekî nû ye, armanca wan ew e ku demografyaya herêmên di bin dagirkeriya wan de biguherin û mal û milkên gel talan bikin.

Hena diyar kir ku hindek dewlet hewl didin çeteyan li Idlibê bihêlin û di serî de dewleta Tirk a dagirker ku li şûna çeteyan diaxive da ku temenê wan dirêj bike. Ev hemû ji bo berjewendiyên wê ne û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide hevgirtina yekitiya niştîmanî parçe bike. Tevliheviyê di navbera gelan de derdixe. Gelên ku ji beriya hezaran salan ve bi hev re dijîn, parçe bike û çanda gelên herêmê binpê bike."

Hena kiryarên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam der barê xiristiyan û Suryanên li Idlibê de şermezar kirin û destnîşan kir ku ne ji mafên terorîstan e mal û milkên welatiyan bi navê ol û siyasetê bixin bin dagirkeriya xwe.

Her wiha Hena Hena der barê rewşa gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekitî di aliyê berxwedan, çand, aramî û jiyana hevbeş de dijî, yekitiya wan bersiveke tund ji bo dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye ku dixwazin gelê herêmê parçe bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di navbera salên 1915 – 1917`an de Ermen, Suryan û her wekî din ji pêkhateyan ji aliyê dewleta Osmanî ve rastî qirkirina komî hatin û neçarî koçberiyê bûn. Îro jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heman şêwazê li ser gelên herêmê dimeşînin.

(bx) 

ANHA