Neteweyên Yekbûyî: Rojane 137 jin tên qetilkirin

Buroya Hişbir û Sûc a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de ragihand ku rojane 137 jin bi destê hevjînên xwe yan jî bi destê xizmên xwe tên qetilkirin. 

Neteweyên Yekbûyî: Rojane 137 jin tên qetilkirin
27 mijdar, 2018   08:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya BBC’yê di rapora Buroya Hişbir û Sûc a Neteweyên Yekbûyî (UNODC) de diyar dibe ku 87 hezar jin di sala 2017’an de bi destê xizmên xwe hatine qetilkirin.

Ji vê hejmarê nêzî 30 hezar jin bi destê hevseran hatine qetilkirin û 20 hezar jî bi destê xizmên wan in. Li gorî raporê, cihên herî zêde qetilkirin lê çêdibin mal in.