'Leyla Guven nimûneya vîna jinên azad e'

Rewşenbîrên jin ên Bakurê Sûriyê bang li rêxistinên mirovan û bi taybet yên têkildarî jinan kir ku binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin. Her wiha piştgiriya xwe bi hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven re anîn ziman û goti”: Leyla Guven nimûneya vîna jinên azad e.”

'Leyla Guven nimûneya vîna jinên azad e'
27 mijdar, 2018   08:24

SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk a Colemergê Leyla Guven greva birçîbûnê didomîne. Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ragihand. Piştî destpêkirina grevê rêveberiya girtîgehê cezayê mehekê li Leyla Guven ferz kir.

Leyla Guven ji beriya 9 mehan ve ji ber helwestên xwe li hember êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê hat girtin.

Têkildarî mijarê hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê Leyla Ibrahîm got Leyla Guven nimûneya vîna jinên azad e ku pergalên baviksalariyê red dike ye û wiha got: "Helwesta Leyla Guven asta baweriya wê bi fikrên Ocalan û vîna jina azad ji hemû planên ku li dijî gelan tên kirin bi hêztir e û vê yekê isbat dike."

Girêdayî cezayê li ser Leyla Guven ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn Leyla Ibrahîm ev tişt anî ziman: "Tê zanîn ku dewleta Tirk hesab ji hêza jinan dike. Ji ber wê bi rêya girtina çalakvan û siyasetmedarên jin wan dike hedef. Dewleta Tirk tê digihîje ku birêxistinkirina jinan tê wateya hilweşandina desthilatdariya baviksalariyê. Ji ber vê ceza li Leyla Guven ferz kirin."

Di dawiyê de Leyla bang li hemû jinên cîhanê kir ku yekitiya xwe ava bikin û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ku jinan dikin hedef û ceza li wan ferz dikin, eşkere bikin.

Ji aliyê xwe ve endama Yekitiya Rewşenbîran Huda Şêxmûs got girtina Leyla Guven û ferzkirina ceza, cureyek ji cureyên şîdetê ye ku zîhniyeta serdestiya mêran li ser jinên ku zulmê red dikin û banga azadî û rêxistinkirinê dikin, dimeşîne.

Huda wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker siyaseta tepeserkirinê der heqê hemû kesên ku nêrînên xwe didin dimeşîne. Heta niha bi sedan siyasetmedar, mêr û jin ên ku ji pergala Tirkiyeyê ya zordest re serî netewandine, di girtîgehên dewleta Tirk de hatine girtin."

Di dawiyê de Huda destnîşan kir ku ew wek jin piştgiriya Leyla Guven dikin.

(şx)

ANHA