Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê îro pêşangeheke wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir.

Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan
Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan
Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan
Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan
Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan
Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan
Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan
Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan
Li Til Hemîsê pêşangeha wêneyên Ocalan
26 mijdar, 2018   14:52

QAMIŞlO

Pêşengeha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê şêwekar Hisên Elî ve li ser textan hatine xêzkirin, piştî ku li Başûrê Kurdistanê û gelek deverên din ên Rojavayê Kurdistanê hate vekrin îro li navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê hat vekirin.

Tabloyên ku hatin pêşandan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şêweya şêwitandina li ser textan hatin xêzkirin.

Axaftina destpêkê ya vekirina pêşangehê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Hemîsê Mihemed Xilêwî ve hate kirin.

Mihemed Xilêwî got:"Dewleta Tirkiyê bi armanca tunekirina ramanên Ocalan, ew dîl girtin. Heger texmîn dikin ku komploya Sibata 1999‘an bi serket, lê bila nas bikin ku wan nikarinbûn ramanên wî tune bikin. Serkeftinên ku îro li herêmê têne bidestxistin berhemên ramanê Ocalan in."

Paşê hevjîna şehîd Macid El-Edîhem Zûbeyde deriyê pêşengehê vekir.

Ajansa me bi şêwekar Hisên Elî re hevdîtinek çêkir.Elî diyar kir ku şêniyên navçeya Til Hemîs dikaribûn toza DAIŞ`ê li ser xwe rabikin, ew bi saya felsefeya biratiya gelan bi ewlekarî û aştî dijîn. Min ev yek bi tabloyên xwe parve kirine."

Elî got:"Gelê Bakûrê Sûriyê yek e, her pêkhateyek li gorî adetên xwe dijî, ez aşiqê hemû zimanan im, ev yek di tabloyên min de diyar dibin."

Hisên da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, ew rêberê hemû gelên bindest e.

Hêjayî gotinê ye ku wê pêşangeh 3 rojan dewam bike.

(jo)

ANHA